DAIŞˊê êrişî nuqteyên Dîfa El Wetenî kir

Çeteyên DAIŞˊê li dijî nuqteyên Dîfa El Wetenê yên di bin kontrola hêzên Şamê yên li rojavayê Dêrazorê êrişên dijwar pêk anîn, bi wê re şerekî giran di navbera her du aliyan de derket.

DAIŞˊê êrişî nuqteyên Dîfa El Wetenî kir
7 tîrmeh, 2024   23:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), çeteyên DAIŞˊê nuqteyên Dîfa El Wetenî yên li beyarê El Beşîr yê li rojavayê Dêrazorê yê di bin kontrola hêzên Şamê de êrişên dijwar pêk anîn.

SOHRˊê diyar kir ku di navbera çeteyên DAIŞˊê û Dîfa El Wetenî de pevçûnên dijwar rû dan, di heman demê de hêzên Şamê hêzeke leşkerî ber bi cihên pevçûnan ve şand, da ku rê li pêş pêşketina DAIŞˊê bigire.

(fr)