Dan û standinên di navbera hikumeta Yemenê û Hûsiyan de bi dawî bû

Dan û standina pevguherîna dîlgirtiyan a di navbera hikumeta Yemenî û koma Ensarullah El Hûsî de ya ku li Emanê hatiye lidarxistin bi dawî bû.

Dan û standinên di navbera hikumeta Yemenê û Hûsiyan de bi dawî bû
7 tîrmeh, 2024   23:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Gera 9ˊan a dan û standinên pevguherîna dîlgirtiyan a di navbera hikumeta Yemenê û koma Ensarullah El Hûsî de ku li paytexta Emanê Mesqetê bi dirêjahiya 8ˊan hatibû lidarxistin bi dawî bû. Ew dan û standin bi serokatiya Nivîsgeha Taybet bi Sekreterê Giştî yê NYˊyê bo Yemenê û Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor hat pêkanîn.

Di daxuyaniya nivîsgeha nûnerê navneteweyî bo Yemenê de hat gotin ji dan û standinê encamên girîng derketin ku Mihemed Qehtan ê ku mijara nakokiya salan bû, dê were berdan.

Her wiha hat diyarkirin ku aliyên dan û standinê li ser civînekê li hev kiriye ku navên girtiyên dê werin berdan û tedbîrên bo berdana Qehtan temam bikin.

Nûnerê NYˊyê yê bo Yemenê Hans Grundberg got bi hezaran yemenî li benda dost û xizmên xwe ne. Tevî pêşketina erênî lê hîna gelek tişt hene divê werin kirin ku êşên van malbatan sivik bin.

Hans Grundberg bang li aliyan kir ku têkiliya bi nivîsgeha wî re dewam bikin ku plana lihevkirina gihaştinê temam bikin, di nav de jî navên girtiyên dê werin berdan û li ser xebatên din ên berdan lihevkirinan pêk bînin.

(fr)