ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 8- 3 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 8- 3 – 2025
8 adar, 2025   02:00

Siyasetmedarê Sûriyeyî Fîras Qesas diyar kir ku Rêber Ocalan her tim hewl da aştiyê pêk bîne, lê tiştê hatiye guhertin ew e ku dewleta Tirk serî ji rastiyên meydanî û siyasî re danî û got: "Banga Ocalan di çarçoveya serkeftina armanc û pransîban de, ye."

Jinên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen di peymama xwe ya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, ev roj li tevhî jinên li Sûriyeyê û cîhanê pîroz kirin. Jinan bang li jinên li Sûriyeyê bi taybet li jinên li sahil kirin ku tevlî qanûn, biryar û planên jinên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin. BI WÊNE Û DÎMEN

Jinên ji Dirbêsiyê diyar kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan a aştî û civaka demokratîk bingeha esasî ya rêvebirina pêvajoya aştiyê li Tirkiye û tevahiya herêmê ye. Jinan got dê heya  bidestxistina azadî û demokrasiyê şopdarên xeta Rêber Abdullah Ocalan bin. BI WÊNE Û DÎMEN

Endama Koordînasyona Meclisa Jinên Sûriyeyê bal kişand ser girîngiya hevgirtina civakê ji bo têkoşîna li dijî hemû cureyên cudakarî û tundiya li ser jinan. Her wiha destnîşan kir ku bêyî beşdariya jinan Sûriyeya demokratîk nayê avakirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Mêran piştgiriya xwe ji bo têkoşîna jinan anî ziman û diyar kir ku bêyî naskirina rola jinan di avakirina civakeke azad û demokratîk de, ne mimkun e azadî û wekhevî pêk werin. BI WÊNE Û DÎMEN

Li Bendava Tişrînê berxwedana gel bi biryardariyeke mezin dikeve meha xwe ya syemîn. Heya niha zêdetirî deh hezar welatiyên ji tevahî pêkhateyan nobeta parastina bendavê girtiye. Gel parastina bendavê wek erkeke nîştimanî dibîne. BI WÊNE Û DÎMEN

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê bi boneya 8’ê Adarê, bi diruşma "Bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi Sûriya demokratîk ve" şahî tên lidarxistin. Şahî (11:00) dest pê dikin. BI WÊNE Û DÎMEN