Meclisa Jinên Sûriyeyê: Sûriyeya demokratîk bêyî tevlêbûna jinan nayê avakirin

Endama Koordînasyona Meclisa Jinên Sûriyeyê bal kişand ser girîngiya hevgirtina civakê ji bo têkoşîna li dijî hemû cureyên cudakarî û tundiya li ser jinan. Her wiha destnîşan kir ku bêyî beşdariya jinan Sûriyeya demokratîk nayê avakirin.

Meclisa Jinên Sûriyeyê: Sûriyeya demokratîk bêyî tevlêbûna jinan nayê avakirin
8 adar, 2025   06:10
REQA
MIZGÎN ELÎ

Endama Koordînasyona Meclisa Jinên Sûriyeyê Suhêl El Senûh bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji ajansa me re axivî.

Suhêl El Senûh di destpêka axaftina xwe de 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û wiha got: "Em hemû jinên ku ji bo bidestxistina mafên xwe û mafên civaka xwe tê dikoşin silav dikin, bi taybet jinên Sûriyeyî yên ku tevî zehmetiyan li ser pêyan man û xewna xwe ya bidestxistina azadî û edaletê parast.”

Suhêl diyar kir ku jinên Sûriyeyê xwedî dîrokeke dirêj a têkoşînê ne, her wiha destnîşan kir ku jinên Sûriyeyê di nava xebatên rojnamegerî û wêjeyê de cih girtine û gelek destkeftî bi dest xistine.

Her wiha bal kişand ser êş û azarên jinên Sûriyeyê ku heta niha jî ji ber şert û mercên siyasî, aborî û civakî hîn girantir dibin.

Suhêl her wiha got: "Îro em dibînin ku biryareke zêdetir di nava jinên Sûriyeyê de heye, ji bo bidestxistina mafên xwe, tevî hewlên dûrxistina wan ji proseya siyasî û nivîsandina destûrê. Rêjeya jinan di hikumeta derbasbûnê de ji sedî 10 derbas nabe.”

Suhêl tekez kir ku bêyî nûneratiya rast a jinan, avakirina Sûriyeyeke dadperwer û demokratîk pêk nayê. Her wiha got divê çarçoveyeke zagonî ya ku mafên jinan diparêze were peydakirin, ku bi bandor beşdarî prosesa siyasî, aborî û civakî bibe.

JI BO BILINDKIRINA ROLA JINAN XEBAT BERDEWAM E

Suhêl El Senûh da zanîn ku Meclisa Jinên Sûriyeyê ji bo danîna planên siberojê, her şeş mehan carekê civînên xwe li dar dixe, di civînan de mijarê reşnivîsa peymaneke civakî û sazkirina destûreke taybet bo jinan ku mafên wan diparêze, têne gotûbêjkirin.

Her wiha got: "Em bi rêya perwerdekirinê ji bo piştgiriya jinan dixebitin, em hewl didin hebûna wan di navendên biryardayînê de zêde bikin. Her wiha em hewl didin dengê jinan bibe beşeke bingehîn a gotûbêjên têkildarî destûrê, lihevhatina nîştimanî û jinûveavakirinê."

Endama Koordînasyona Meclisa Jinên Sûriyeyê di dawiya axaftina xwe de got: "Jinên Sûriyeyê sembola berxwedan û hêviyê bû û dê wisa bimîne, em ê ji bo piştgirî û hêzkirina wê bixebitin da ku bibe hevpareke rasteqîn di avakirina Sûriyeyê de, ji ber ku siberoja demokratîk tenê bi beşdariya hemû pêkhateyên civakê pêk tê.”

(k)

ANHA