Pedersen têkildarî rûdanên li berava Sûriyeyê bi fikar e

Nûnerê NY’yê yê taybet bi Sûriyeyê Geir Pedersen der barê rûdanên li berava Sûriyeyê diqewimin de bi fikar e û bang li aliyan kir ku ji kiryarên gurkirina aloziyan bi dûr bikevin.

Pedersen têkildarî rûdanên li berava Sûriyeyê bi fikar e
7 adar, 2025   22:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) ê taybet bi Sûriyeyê Geir Pedersen dar barê raporên li ser pevçûnên dijwar û rewşên qetilkirinê li herêmên beravê tên bi fikar e.

Pedersen diyar kir ku ligel domandina pêşdeçûnan wan hewl da rastiyan palpişt bikin û got pêdiviye ku tevahî alî xwe ragirin û li gorî qanûna navneteweyî rêzê ji parastina welatiyan re bigirin.

Her wiha Pedersen bang li aliyan kir ku ji kiryarên dibe ku bibin sedema gurkirina aloziyan bi dûr bikevin.

(fr)