ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 8-11-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 8-11-2023
8 mijdar, 2023   02:00

Malbata Gulo û Malbata Şiblî ku di oxira doza Kurd de bêsînor fedakarî nîşan dan, bi sekna xwe ‎ya welatparêziyê û israra xwe ya têkoşînê di hafîzeya civaka Kurdistanê de cih girtin. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)

Welatiyên ji rojavayê Dêrazorê der barê hewldanên dabînkirina xizmetguzariyan ‎Rêveberiya Xweser spas kir. Her wiha welatiyan destnîşan kir ku vekirina firneyên nû li ‎herêmê dê pêdiviyên wan dabîn bike.‎ ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

Tevî êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî binesaziya herêmê ku bûn sedem mazot dereng ‎bigihîne malbatên li hin herêman, lê dîsa jî xebatên belavkirina mazotê li ser welatiyan ‎berdewam e.‎ ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

Lêkolerê kar û barên Tirkiyeyê Dr.Osama El Seîd got guhertina di xîtaba Erdogan a li hember ‎Xezayê de çêbûye, tenê ji bo ku kolana Tirkiyeyê razî bike nemaze hilbijartinên şaredariya nêz ‎bûne. Di heman demê de destnîşan kir ku tevî propagandaya Erdogan jî, lê têkiliyên Tirkiye û ‎Îsraîlê hîna berdewam in.‎

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê merasîma oxirkirina şehîd Elî Serac Zoro li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan li dar dixe, saet 10:00′an. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

Di çarçoveya rêzeçalakiyên Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê de Yekitiya Jinan a Êzidî li Herêma Cizîrê li nivîsgeha xwe ya li Tirbespiyê sermînerekê dide, saet 10:00′an. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

Rêxistinên civaka sivîl li Minbicê kongreya 3′yemîn a Yekitiya Mamosteyan li hola navenda çandê ya bajêr li dar dixe, saet 11:00′an. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

Bi boneya salvegera şehadeta kesayeta nîştimanî Yûsif Gulo Dîwana Wêje ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şahiya îmzekirina romana "Qelen" a nivîskar Ebod Mexso ku naveroka wê li ser şehîd Yûsif Gulo ye, li Parka Xwendinê ya li Qamişloyê li dar dixe. Saet 16:00′an. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

ANHA