Helbestên rojnamevan û akademîsyen Nagihan Akarsel bûn pirtûk
Helbestên ku akademîsyen û rojnamevan Nagihan Akarsel nivîsandibûn, di pirtûka bi navê “Nîsan” de hatin berhevkirin.
![Helbestên rojnamevan û akademîsyen Nagihan Akarsel bûn pirtûk](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202311/image_870x_654a8fca3ca3f.jpg)
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, akademîsyen û rojnameger Nagihan Akarsel di 4’ê Cotmeha 2022’yan de li Silêmaniyê di encama êrişek terorî ya dewleta Tirk de hatibû qetilkirin. Helbestên ku Nagihan Akarsel di dema xebatên Pirtûkxaneya Berhemên Jinên Kurd û Navenda Lêkolînê dimeşand de nivîsandibû, weke pirtûk hate çapkirin.
Pirtûk bi navê “Nîsan” ji hêla weşanên Jingehê ve hate çapkirin. Rojnameger Fatma Koçak û Bekîr Avci edîtoriya pirtûkê kirin û pirtûk ji 70 rûpelan pêk tê.