Sekreterê giştî yê TEASA’yê: Bi Ocalan re jiyaneke nû pêkan e

Sekreterê giştî yê TEASA’yê Rev Moss Ntlha got "Şopa global a kampanyayê ji bo pêşvebirina rojeva azadiyê ya gelê Kurd û Ocalan destkeftiyeke mezin e." Ntlha destnîşan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd divê pêşengên olî bêhtir tev li kampanyayê bibin.

Sekreterê giştî yê TEASA’yê: Bi Ocalan re jiyaneke nû pêkan e
8 mijdar 2023   09:10
NAVENDA NÛÇEYAN
CÎHAN BÎLGÎN

Beşdariya li kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd di 10'ê Cotmeha 2023'yan de li Strasbourgê dest pê kir, roj bi roj zêdetir dibe.

Yek ji kesên tev li kampanyayê bûye jî sekreterê giştî yê Tifaqa Evanjelîst a Afrîkaya Başûr (TEASA) Rev Moss Ntlha ye. Ntlha têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.

Rev Moss Ntlha paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan wek “bayê jiyanê” pênase dike û dibêje “jiyaneke cuda pêkan e”. Ntlha diyar dike paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan di pergalên westiyayî û lewitî de hewayekî paqij e û gelekî girîng e û dibêje: “Têkoşîna Kurdan û paradîgmaya Abdullah Ocalan nîşan didin ku jiyaneke adiltir û siberojeke nû ya ku demokrasî tê de bi ser bikeve, ji bo me hemûyan pêkan e.”

‘BI SER NEKETIN, JI BER KU ABDULLAH OCALAN GEL E’

Ntlha diyar dike ji bo vemirandina berxwedan û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan a li Îmraliyê tecrîdeke giran tê meşandin û dibêje: "Ev hewlên ji bo vemirandina agirê hêviyê ku Abdullah Ocalan temsîl dike, hewldanên vemirandina agirê hêviyê ne. Rejîm hewl dide vê yekê bi du awayan pêk bîne. Ya yekemîn ew e ku wek ferdek îradeya wî bişikîne û wî ji oksîjena civakê bê par bihêle. Ji bo vê jî divê em wek şexs ji bo wî dua bikin da ku ev hewldana rejîmê têk biçe û ji bo serbestberdana wî divê em zêdetir tê bikoşin. Ya duyemîn jî, hewldana bêmoralkirina berxwedanê ye. Lê nikarin vê bikin. Dewlet di serî de pêşengan dikin hedef û hewl didin tevgeran bê bandor bikin. Di têkoşîna gelê Kurd û Ocalan de bi ser neketin, ji ber ku Abdullah Ocalan gel e.”

'MEZINBÛNA KAMPANYAYÊ YA GLOBAL SERKEFTINEKE MEZIN E'

Sekreterê giştî yê TEASA'yê Rev Moss Ntlha dibêje kampanyaya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd ji bo pêkanîna armancê gelekî girîng e û wiha pê de diçe: "Em ên ji Afrîkaya Başûr, baş pê dizanin ka ji bo azadiya Nelson Mandela di dema rejîma Apartheid de bangên ji her dera cîhanê dihatin çi qas girîng bûn. Her ku diçe şopa global a kampanyayê geş dibe, ev jî di pêşvebirina rojeva azadiya gelê Kurd û Ocalan de serkeftineke mezin e. Li qada navneteweyî gelekî di rojevê de ye. Mîna Nelson Mandela, azadiya Ocalan dê di warê azadiya gelê Kurd û serkeftina projeya wan a neteweyî de bibe pêngaveke xurt.”

‘DIVÊ EM BÊHTIR PÊŞENGÊN OLÎ TEV LI KAMPANYAYÊ BIKIN'

Rev Moss Ntlha gotinên xwe wiha didomîne: “Divê em bêhtir pêşengên olî tev li kampanyaya ji bo azadiya Abdullah Ocalan bikin. Abdullah Ocalan lîderekî siyasî ye ku hem bi nivîsên xwe hem jî bi kiryarên xwe hemû olan derbas dike û ji ber vê yekê di rewşeke wisa de ye ku komên olî yên li gelemperiya Rojhilata Navîn û Afrîkayê dubendiyên xwe hene û ji hev hatine parçekirin, bîne cem hev.”

REV MOSS NTLHA KÎ YE?

Rev Moss Ntlhla sekreterê giştî yê Tifaqa Evanjelîst a Afrîkaya Başûr (TEASA) aktîvîst û keşeyê dêreke li eyaleta Mohlakeng a li bajarê Johannesburg ê Afrîkaya Başûr e. Ew hem li Afrîkaya Başûr û hem jî li qada navneteweyî çalakiyên ji bo polîtîkayên raya giştî dike, hem jî bi mijarên bawerî û edaleta sosyo-polîtîk re eleqedar dibe.

ANHA