ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 7-8-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 7-8-2025
7 tebax, 2025   02:00

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi rêya parlamentoya şeklî hewl dide desthilata xwe xurt bike. Ehmed El Şeri ji sêyan yekê endamên parlamentoyê tayîn dike û yên din jî bi rêya desteyên hilbijêr ku komîteyên nêzî desthilatê ava dikin, tên hilbijartin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokê PYD’ê diyar kir ku gelê Sûriyeyê gelek êş û azar kişandin û niha fêm kiriye ku pergala demokratîk bingeha bidawîkirina êşên wan e. Hiso got di dawiyê de dê demokrasî li Sûriyeyê bi ser bikeve. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan kampanyayek bi dirûşma "Îstîsmara cinsî sûc e... tu jî nebe hevkarê veşartina wê" da destpêkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rûspiyê eşîra El Bo Umêra ya li Şedadê bang li şêniyan kir ku li hember fitne û hewldanên têkbirina ewlehî û îstîqrara herêmê hevgirtî bin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Navenda Lêkolînên Çandiniyê ya Reqayê ji bo başkirina kalîteya tovên genim û pembû, lêkolîn û ceribandinên berfireh pêk tîne. Xebatkarên ku li ser ceribandinan dixebitin hêvî dikin ku navend sala bê tovên pembû yên başkirî li cotkaran belav bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Jinan a PYD`ê li navenda xwe ya li Qamişloyê werşeyeke kar têkildarî rola jinan di bangewaziya “Aştiyê û civaka demokratîk” de li dar dixe saet di 9:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Partiya Demokratîk a Asûr a bajarê Til Temirê li hola Dêra El Qidîsa ya li bajêr merasîma “Roja şehîdê asûr” li dar dixe saet di 20:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)