Şaredariya Gel a Amûdê li pêşniyarên şêniyên bajêr guhdar kir

Şaredariya Gel a Amûdê li pêşniyarên şêniyên bajar û gundewarên wê yên têkildarî çareserkirina pirsgirêkan guhdar kir.

Şaredariya Gel a Amûdê li pêşniyarên şêniyên bajêr guhdar kir
Şaredariya Gel a Amûdê li pêşniyarên şêniyên bajêr guhdar kir
Şaredariya Gel a Amûdê li pêşniyarên şêniyên bajêr guhdar kir
Şaredariya Gel a Amûdê li pêşniyarên şêniyên bajêr guhdar kir
Şaredariya Gel a Amûdê li pêşniyarên şêniyên bajêr guhdar kir
Şaredariya Gel a Amûdê li pêşniyarên şêniyên bajêr guhdar kir
Şaredariya Gel a Amûdê li pêşniyarên şêniyên bajêr guhdar kir
6 tebax, 2025   22:41
QAMIŞLO

Şaredariya Gel a Amûdê ya Kantona Cizîrê, bi xelkên Komîna Şehîd Rûgeş re li Sînemaya "Şehrazad" civiya. 

Di civînê de ku di çarçoveya guhdarkirina li pirsgirêkên xizmetguzariyê ya şêniyan û pêşniyarkirina çareseriyan de, hate lidarxistin.

Her wiha di civînê de şaredariyê, li pêşniyarên şêniyan ên der barê projeyên sala bê, pêdiviyên bajêr ji bo xweşikkirina bajêr guhdar kir.

Di civînê de endamên komînan, nûnerên şaredariyê û bi dehan xelkên komînê amade bûn.

Di civînê de, hevseroka Şaredariya Gel Raniya Yûnis axivî û destnîşan kir ku lidarxistina mîna van civînan gelek girîng e nemaze ji bo xurtkirina hevkariya civakî û avêtina gavên pratîk ji bo çareserkirina pirsgirêkan.

Raniya anî ziman ku armanca civînê ew e ku şênî bikarin bi awayekî çalak beşdarî sazkirina projeyên bê li gorî xwestek û pêdiviyên xwe bibin.

Her wiha şêniyan jî gelek pirsgirêkên girîng anîn ziman, bi taybetî rewşa xirab a rêyan û pêdiviya wan a sererastkirina wê û tora kehrebeyê û avê ya ku tê de gelek pirsgirêk heye. Şêniyan bang li dîtina çareseriyên bilez û aktîf kirin. 

Di dawiya civînê de, beşdaran teqezî li ser pêwîstiya zêdekirina hewldanên ji bo başkirina xebatên xizmetguzariyê li bajêr kirin.

Şaredariya Gel di dawiya civînê de piştrast kir ku bi armanca guhdarkirina şêniyan, misogerkirina beşdariya her kesî di avakirin û xizmetkirina bajêr de, civîn wê li hemû komînan berdewam bikin.

Li gorî rêziknameyên Şaredariyên Gel ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şaredarî her sê mehan carekê ji bo şêniyên herêma lê berpirsiyar in, civînên giştî li dar dixin. Armanca van civînan ew e ku wan li ser karên qediyayî û yên paşxistî, agahdar bikin, rexneyan çareser bikin û pêşniyar şêniyan bi cih bînin.

(ac)

ANHA