ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 7- 5 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 7- 5 – 2025
7 gulan, 2025   02:00

Rewşenbîran diyar kir ku Danezana Destûrî ya desthilata Şamê pirrengiya Sûriyeyê li ber çavan nagire û temsîla tevahî pêkhate û mezhebên li welat mîsoger nake. Rewşenbîran xwest danezan were nûkirin.

Şêniyên Helebê diyar kir ku desthilata Tirk ji bo nêrîna xwe ferz bike di xeta leşkerî de bi israr e û ev jî piştrast dike ku ne amade ye siyasetên xwe li hemberî pirsgirêka Kurd biguherîne. Şêniyan got "Divê dewleta Tirk nêzîkatiya xwe ji nû ve binirxîne."

Cotkarên kantona Reqayê dest bi çinîna sebzeyên kir. Li gorî cotkaran îsal berhem baş in û hiştiye ku buhayê sebzeyan li bazarê kêm bibe.

Mala Jinan Eyn Îsayê ji bo parastina mafên jinan û hişyarkirina civakê dixebite û hewl dide jîngeheke malbatî ya saxlem peyda bike.

Di çalakiyên Sempozyuma Hunerên Şêwekariyê de ku li Tebqayê tê lidarxistin, şêwekarên ji hemû deverên Sûriyeyê tabloyên hezkirin û aştiyê nîgar kirin.

Jinan tayînkirina çete Hatim Ebû Şeqra wek fermandarê komeke leşkerî şermezar kir û diyar kir ku ev biryar dihêle ku sûcdar ji cezayan bifilitin û sûcan bidomînin.

Partiya Sûriya Pêşerojê ji xelkê gundê Cidêdat ê gundewarê kantona Reqayê re pêşdeçûnên leşkerî û siyasî yên li Sûriyeyê civînekê li dar dixe, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navenda xwe ya Reqayê der barê tayînkirina kujerê şehîd Hevrîn Xelef, Ehmed El Hayis "Hatim Ebû Şeqra" ji hêla desthilata Şamê ve, ji bo fermandarê Firqeya 86’an, civînekê li dar dixe, (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Li dijî tayînkirina çete Ehmed El Heys ê bi navê "Hatim Ebû Şeqra", ku kujerê şehîd Hevrîn Xelef, wekî fermandarê Firqeya 86’an ji aliyê desthilata Şamê ve, li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî tên lidarxistin. BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Rewşenbîrên kantona Cizîrê li ser rewş û destkeftiyên jinan li Sûriyeyê di dema borî û niha de û astengiyên pê re rû bi rû dimînin, rûniştineke diyalogê li Parka Xwendinê ya Qamişloyê li dar dixe, (17:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Çalakiyên Hefteya Wêjeyî, ku Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hola Kafeteriya Xabûr a Hesekê li dar dixin, di roja 5’an de didomin, (17:00). BI WÊNE Û DÎMEN