Şêniyên Sehil El Xab li dijî binpêkirinan rabûn
Şêniyên herêma Sehil El Xab a Hemayê li hemberî sûcên qetilkirinê û binpêkirinan û bêdengiya desthilata Şamê protesto kirin.

Bi sedan welatiyên mezheba Mirşîdiyê li gundê Şetha û yên derdora wî yên girêdayî herêma Sehil El Xab a girêdayî Hemayê li dijî sûcên qetilkirinê û binpêkirinên li dijî sivîlan û provakasyonên li dijî wan, çalakiyeke protestoyî ya aştiyane li dar xist.
Şêniyan bang li desthilata Şamê kir ku pêşî li sûcên qetilkirinê yên li dijî sivîlan bigire û li hemberî wan xwedî li berpirsiyariya xwe derkeve. Her wiha îro jî li gundê El Coziye yê Silinfê çekdaran 4 welatiyên li nava eraziyên xwe kar dikirin, qetil kirin.
Di dema dawîn de tehrîdkirin û sorkirina mezhebî li Sûriyeyê zêde bûye.
(mh/fr)