Li Reqayê mûm li ber gorên şehîdan hatin pêxistin

Şênî û malbatên şehîdan ên kantona Reqayê li ber gorên şehîdên kantonê mûm pêxistin û got ew ê rêça têkoşînê û dilsoziya bi şehîdên xwe re dewam bikin.

Li Reqayê mûm li ber gorên şehîdan hatin pêxistin
Li Reqayê mûm li ber gorên şehîdan hatin pêxistin
Li Reqayê mûm li ber gorên şehîdan hatin pêxistin
Li Reqayê mûm li ber gorên şehîdan hatin pêxistin
Li Reqayê mûm li ber gorên şehîdan hatin pêxistin
Li Reqayê mûm li ber gorên şehîdan hatin pêxistin
6 gulan, 2025   22:54
REQA

Bi boneya Cejna Şehîdan a Sûriyeyê (6'ê Gulanê) Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Reqayê li pakrewangehên şehîdên ên li herêmên Hikumiye û Cidêdat ên kantonê çalakiya bibîranînê li dar xist.

Di çalakiyê de şêniyên kantonê, malbatên şehîdan, nûnerên saziyên sivîl û leşkerî, Kombûna Jinan a Zenûbiya, partiyên siyasî û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade bûn.

Di çalakiyê endamê Desteya Malbatên Şehîdan û Gaziyan a kantonê Mihemed Ebû Delîl got di 6'ê Gulana 1916’an dewleta Osmanî re 21 rewşenbîrên daxwaza azadiyê kirine bi dar ve kirin û wan bi bîr tînin.

Ebû Delîl diyar kir ku desthilatên Osmanî Cemal Paşa El Sefah erkdar kir ku gelek Sûriyeyî û Lubnaniyan bi dar ve bike, her wiha êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Til Rifet, Minbic û Şehbayê û berdewamkirina êrişên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi bîr xistin.

Piştre koma zarokan a Baxçeya Gerstêrka Zarokatiyê berhemek li ser şehîdan pêşkêş kir û beşdaran mûm li ser gorên şehîdan pêxistin.

(mh/fr)

ANHA