ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 7-11-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 7-11-2023
7 mijdar 2023   02:00

Akademîsyen Sarah Glynn têkildarî pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd got pêngav îlhamê dide mirovan, lewma divê her kes xwe wek parçeyekî wê bibîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şehîd Mihemed El Ehmed bi zîrekî, jîrbûn, vîna xwe ya xurt, jêhatîbûn û dilsoziya xwe hat naskirin. Ev xusletên wî di bîra her kesê ew nas kiriye de zindî ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komara Tirk a sala 1923′yan hatî avakirin roleke sereke di avakirina dewleta Îsraîlê de list. AKP′ê jî li hemberî hevrikên xwe yên kevin ên li Rojhilata Navîn, roleke çalak di parastina ewlehiya Îsraîlê de dilîze.

Endema Giştî ya YRA′yê Evîn Îbrahîm diyar kir ku revandina rojnamevan Silêman Ehmed beşek ji siyasetên bêdengkirinê ku PDK′ê dimeşîne û got: "Em ê xebatê dewam bikin heta azadiya hevalê xwe pêk bînin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de Tevgera Ciwanên Şoreşger a hesekê û li navçeya Til Temirê 2 civînên cuda li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, li bajarokê Cirniye yê Tebqayê meşekê li dar dixe saet di 10:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîsgeha Jinên Ciwan a Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Reqayê li parka El Reşîd pêşbirga wênesaziyê ya jinan li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Zanîngeha Şerq a Reqayê bi koordîneya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 1`emîn Kongreya Parastina Mîrasê ya Navneteweyî bi dawî dike saet di12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)