Nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser têkiliyên AKP-Îsraîl

Komara Tirk a sala 1923′yan hatî avakirin roleke sereke di avakirina dewleta Îsraîlê de list. AKP′ê jî li hemberî hevrikên xwe yên kevin ên li Rojhilata Navîn, roleke çalak di parastina ewlehiya Îsraîlê de dilîze.

Nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser têkiliyên AKP-Îsraîl
7 mijdar 2023   04:42
QAMIŞLO

Ji 7′ê Cotmeha borî ve, şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de dewam dike. Di encamê de ji herdu aliyan ve bi deh hezaran kes hatine kuştin û birîndar bûn. AKP′ê hewl dide vê şerî ji bo berjewndiyên xwe bi kar bîne. Li aliyekî xwe wekî piştevanê gelê Filistînê nîşan dide, lê rastî berevajî vê yekê ye.

Rêber Abdullah Ocalan di beşa 7′an a pirtûka xwe ya Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk  ′′Parastina Kurdên Di Nav Pencê Qirkirina Çandî De′′′balê dikişîne ser rola ku hêzên hegemonîk ên cîhanê dane AKP′ê.

Beşek ji nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan wihe ye:

′′Îttîhad û Teraqiyê di Împaratoriya Osmanî de pêşî kontrol, paşê jî desthilatdarî xist destê xwe û ya rastî ev pêşengiya îdeolojîk û pratîk a hêzên mîlîtan û sermayeya Cihû îfade dike. Di Cemiyetê de rola rêveber û damezrînerên ji milletên din diyarker nîne. Kurd û Tirkên tevlî Cemiyetê bûne jî di heman pozîsyonê de ne. Hêmanên Kurd û Tirk bêhtir bandora Cihû ya di nava Cemiyetê de maske kirin. Komar di dema damezrandina xwe de bi qasî aliyê wê yê rizgariya neteweyî, aliyê wê yê rizgariya demokratîk jî heye. Weke şoreş di destpêkê de bi hevgirtina hêzên neteweyî demokratîk bi ser ketiye. Hevgirtineke ji Kominîst, Ummetgirên Îslamî, Çerkez, Kurd û Tirkan heye. Mîna di Şoreşa Fransî û Rûs de, di Şoreşa Anatolyayê de jî avahiya bi karektera neteweya demokratîk bi rêbazên komplowarî veguherandin dewleta netewe ya dîktatorî. Di vê de hegemonya Ingilîz bi rola sereke radibe. Lê di dewletparêziya netewe ya Komarê de ne ku bi tenê hêmanên neteweyî demokratîk hatin tesfiyekirin. Dîsa ji bilî Mistefa Kemal qîma xwe bi tesfiyekirina pênc paşayên pêşeng jî neanîn. Li Rojhilata Navîn a Ingilistanê dixwest wê ji nû ve birêkûpêk bike yek ji stûna sereke ya sîstema dewleta netewe ya mînîmal Komara Tirkiyê (mezinbûna dewletên netewe bi qasî ku karibin di hegemonya Ingilîz de bimînin), ji şêweyê wê yê di dema Şerê Rizgariya Neteweyî de hatibû fikirîn bi awayekî pirr cuda, mîna ji nû ve bê tesewirkirin, hat avakirin. Li ser riya biçe damezrandina Îsraîlê weke dewleteke Pro-Îsraîlê (dewleta berî Îsraîlê) hat hûnandin. Meseleya Mûsil-Kerkûkê (parçekirina Kurdistanê) di vê mijarê de weke qeraseyekî hat bikaranîn. Jixwe dualîteya ‘yan Komar yan jî Mûsil-Kerkûk’ ku li pêşiya Mistefa Kemal Paşa danîn jî dihat vê maneyê. Li vir bi kevirekî du nîşan radikirin. Hem Mûsil-Kerkûk digirtin (li dijî Mîsaqî Mîllî bû), hem jî li wir li ser riya diçû damezrandina Îsraîlê bingehê pêkhateya Kurd a dibû duyemîn Proto-Îsraîl, dihat danîn. Parçeyê Bakur jî ku parçeyê herî mezin ê Kurdistanê bû, tevahiya dîroka Komarê di nava xwînê de hiştin û kirin ku nikaribe ji cihê xwe bilive.

Komareke bi dîndarên xwe yên ummetê, bi kominîstên xwe yên serekê hevgirtiyan û Kurdan re timî şer bike, hebûna wan timûtim înkar bike, misêwa bi provakasyonan wan îmha û îdam bike, bêguman şensê wê yê pêşketin û mezinbûnê tineye. Ji jargona çîna nû ya bûrjûwaziya Tirk a burokratîk û hêmanên Cihû re yên ku bi hev re hindikayiyeke piçûk bûn, Tirkên Spî tê gotin. Van kesan milletperestiya laîk weke dînekî hişk qebûl kiribûn û bi tevahî hêmanên demokratîk ên Komarê kiribûn yên din. Dîroka Komarê ji paraztina vî cewherî pêk tê. Kengî hinek peyayên dewletê yên mîna Menderes, Ozal, Erbakan û Ecevît hewl dan ji vî cewherê Komarê bibihurin, li hundir demokratîkbûyînê, li derve jî ji mînîmalîzma Rojhilata Navîn bibihurin û bikevin pêvajoya maksîzmîzekirinê yekser hatin tesfiyekirin. ‘Qanûna hesin’ a cewherê mînîmal dîktatoriyal bi israr hat parastin. Ji bo vê jî bi armanca tesfiyekirinê komplo û provakasyonên li dijî Kurdan, Misilmanan û Kominîstan, heta li dijî Çerkezan timî di rojevê de hiştin. Tevkujî, girtin û darvekirin ti carî kêm nebûn. Ketin NATO’yê. Ji 1952’an ve artêşa NATO’yê ya veşartî bi navê Gladîo ya navenda wê li Elmanyayê bi awayekî fiîlî Tirkiye bi rêve bir. Li pişt pêvajoyên jê re darbe û wesayeta artêşê tê gotin timî Gladîo hebû. Rêveberiya Gladîo tengezariyên çepgir-rastgir, Elewî-Sunnî, Tirk-Kurd timî bêçareserî hişt û bi vî awayî ji dîktatoriya eskerî û sivîl re bahane amade kirin. Piştî 1925’an provakasyonên li dijî Kurdan bi heman rolî radibûn. Piştî şerê sar dixwestin rolên nû bidin Komara Tirkiyê. Ma ne dewleta Îsraîlê pêvajoya avabûnê temam kiribû, hegemonya li Rojhilata Navîn bi pêş ve çûbû. Piştî ku tehlûkeya Rûsya Sovyetê ji holê rabû (1990), li Rojhilata Navîn ji bo hegemonya DYE’yê pêk bê, tam jî roja dîrokî hilatibû. Bi gotineke din, jê re firsend çêbû.

Ji bo em girîngiya vê roja dîrokî fêhm bikin divê nîşaneya me ya sereke dîsa rewşa Îsraîlê be. Îsraîl hatibû avakirin, lê pirsgirêkên wê yên ewlekariyê nehatibûn çareserkirin. Diyar nebû ka milletperestiya Ereb wê kengî wê daqurtîne. Lewma hewcedariya wê bi hevgirtiyên mayînde, stratejîk û taktîkên nû hebû. Di salên 1920’an de rola dîktatoriya dewleta netewe ya Tirkê Spî di Komara Tirkiyê de pê rabû, vê carê dewletparêziya netewe ya Kurdê Spî li Kurdistanê wê pê rabûna. Dema 1990’an duyemîn dema 1920’an e. Ji bo Duyemîn Şerê Kendavê yê di serê salên 2000’î de jî mirov dikare heman tiştan bibêje. Di serê salên 1990’î de Yekîtiya Sovyetê ji hev de ketibû û lewma ji bo hegemonya cîhana kapîtalîst (hêza pêşeng DYE) diyarkirina dijminekî nû weke pirsgirêkekê derketibû holê. Di encamê de li ser bingehê ewlekariya Îsraîlê, radîkalîzma Îslamî weke tehlûke an jî dijminekî nû hat îlankirin.

Ev rastiya nû ya derketiye holê, li ser mirov ferz dike ku mirov li rewşa Îsraîlê ya li herêmê ji nû ve bifikire. Avabûna Îsraîlê weke dewleteke netewe ya li herêmê nîne û nabe jî. Îsraîl bi tenê dewleteke netewe ya Cihû jî nîne. Mirov nikare bi fêhmeke bi vî awayî qîma xwe bîne. Em dema pêvajoya diçe damezrandina Îsraîlê ji nû ve bînin ber çavê xwe, em ê bibînin di çarçoveya Îsraîlê de diqewimin. Ka em li van bûyeran binêrin; civîna Kongreya Siyonîst (1896), Siltan Ebdulhemîd xistin nava lepê xwe (1876-1909), darbeya Meşrûtiyeta Duyemîn, di 31’ê Adara 1909’an de Ebdulhemîd ji text hat xistin, Cemiyeta Îttîhad û Teraqiyê di 1’ê Çileya 1913’an de desthilatdarî xist destê xwe, bi bûyereke ketûber di sala 1914’an de ketin Şerê Cîhanê yê Yekemîn, li ser bingehê Peymana Sykes-Picot Ingilistan û Franseyê Rojhilata Navîn di navbera xwe de parve kirin, Deklarasyona Balfourê (plana avakirina Îsraîlê, avakirina welatekî Cihû li Filistînê 1917), li Filistînê avabûna mandakariya Ingilîz û îlankirina Meclîsa Millet a Mezin a Tirkiyê (heman dem, 1920), piştî Şerê Rizgariya Neteweyî bi qebûlkirina Peymana Lozanê dewleta netewe ya Tirkê Spî komargeriya neteweya demokratîk tesfiye kir (hevgirtina Şerê Rizgariya Neteweyî ji hev belav kir û dîktatoriya hindikayî ava kir) û dîktatoriya CHP’ê ava kir, di 15’ê Sibata 1925’an de bi provekekirina Şêx Seîd pêvajoya tevkujiyên Kurd hat destpêkirin (1925-1938), hevgirtina Ingilistanê û Komara Tirkiyê (1939), damezrandina Îsraîlê bi awayekî fermî hat îlankirin (1948), Komara Tirkiyê ket NATO’yê (1952), darbeya 27’ê Gulanê (1960), darbeya 12’ê Adarê (1971), darbeya 12’ê Îlonê (1980), darbeya Çîller-Demîrel (1993), darbeya Çevîk Bîr (1998) û herî dawî darbeya Ecevît û anîna AKP’ê ya hukûmetê (2002), wekî din bûyerên weke Şerên Kendavê yên Yekemîn (1990) û Duyemîn (Di sala 2001’ê de bi awayê xuya dikir Afganistan hatibû dagirkirin, lê ya rastî ev provayek bû ku pê zemînê Şerê Kendavê yê Duyemîn û dagirkirina Iraqê amade kirin) û gelek bûyerên bi vî rengî bi awayekî zincîrwarî bi hev ve girêdayî di çarçoveya Îsraîlê de diqewimin. Herweha divê mirov li dewletên netewe (divê mirov ji van re beşekî cihê veqetîne) yên li herêmê hatin avakirin jî di vê çarçoveyê de bifikire û li vê zincîrê zêde bike. Ev bûyer hemû her yek ji wan qonaxekê îfade dikin û mirov bêyî ku bi têkiliya wan dakeve bi hêsanî dikare bibêje, pêvajoya avakirina Îsraîlê, nîşaneya sereke ya pêşketina hegemonya Anglosakson li herêmê ye. Piştî ku Împaratoriya Osmanî bi zanîn hat hilweşandin, Îsraîl weke HÊZA KAKIL a hegemonya nû li herêmê tesewirkirin û avakirin. Li dinyayê hegemonya Ingilistanê-DYE’yê çi be, hêza nû ya hegemonîk a herêmê Îsraîl jî li Rojhilata Navîn ew tişt e. Îsraîl bi tenê dewleteke netewe ya piçûk a Cihû nîne, hêzeke mezin a hegemonîk e.

Hukûmeta AKP’ê hewl dide mohra xwe li Komarê bide. Di çarçoveya vê hewldanê de şêweyê bingehîn ê hûnandina Komarê naguhere, lê ji aliyê sîstema hegemonîk ve dijminê nû yê sereke tê tespîtkirin û li gorî vê tespîtê veguherenîke qismî tê kirin. Di sala 1920’an de bi awayekî milletperest û laîk Komar weke pêş pêkhateyeke rê li avabûna Îsraîlê vedike hat avakirin, di salên 2000’î de jî ji bo radîkalîzma Îslamî û milletperestiya Ereb a li dijî Îsraîlê ji tehlûkebûnê derxin hewl didin Komarê veguherînin Komara Tirk a Îslama Nerm. Di dema Komara Yekemîn de xwestin bi dewleta netewe ya laîk ummetgiriya Îslamî ya bi awayekî bingehîn di nava civakê de serwer bû, tesfiye bikin. Siltanên Osmaniyan ku bi qasî şeşsed salî hêza hegemonîk a Îslamî di destê xwe de girtin û di heman demê de xwediyê nasnava xelîfetiyê bûn, ji Komarê re mîrateyeke mezin a ummeta Îslamî hiştin. Di cîhana Îslamî de heta ev yekparetiya Îslamî bihata parastin, hegemonya Ingilîz û pêşgava wê ya piçûk avakirina Îsraîlê wê gelekî zehmet bûya. Rola dabûn Komara di bin dîktatoriya CHP’ya neteweperest û laîk de ew bû, wê rê vekirina li parçekirina yekparetiya ummetê. Ingilistanê bi vê armancê sîleha xwe ya bi navê dewleta netewe li gelek quncik û guherên dinyayê bi kar anîbû. Lewma ji bo Rojhilata Navîn jî ev sîleh gelekî hewce bû û wê bi tesîr bibûya. Komar ji bingehê wê yê neteweya demokratîk hat qutkirin û bi awayekî lezgîn û bi şêweyekî gelekî xwînrij ew veguherandin hişk dewleta netewe ya Tirkê Spî û mirov dikare vê bi tenê bi vê rola wê ya stratejîk rave bike.

Bûyerên paşê biqewimin ku her yek ji wan qonaxekê îfade dikin wê di çarçoveya vê stratejiyê de pêk bên. Di sala 1920’an de Komar weke dewleta netewe hat avakirin û mîsyona duyemîn a danîn pêşiya wê ew bû, diviyabû pêşî li belavbûna Rûsya Sovyetê ya li Rojhilata Navîn bigire û li Komara Tirkiyê nehişta kominîzm bi pêş bikeve. Polîtîkaya hundir û derve ya Tirkiyê bi awayekî bingehîn li gorî van herdu armancên bingehîn bi gewde bûbû. Hêza kontrolker Ingilistan bû. Şoreşa Îslamî ya Îranê di sala 1979’an de û di heman demê de dagirkeriya Rûsya Sovyetê ya li Afganistanê dest pê kir, tewazuna dewletên netewe yên li herêmê hatibûn avakirin ji binî ve hejand. Di dema Komara Yekemîn de tewazuna dewleta netewe ya li Rojhilata Navîn di bin himayeya Ingilîstan û DYE’yê de hatibû avakirin di çarçoveya Îsraîlê de temam bûbû. Xeleka kêm dewleta netewe ya Kurd bû; ew jî li ber avabûnê bû. Divê ez vê xusûsê bi girîngî diyar bikim ku ji Şoreşa Îslamî ya Îranê di sala 1979’an de heta bi dagirkirina Afganistanê ji aliyê Yekîtiya Sovyetê ve pêvajoyek heye û di vê pêvajoyê de li Rojhilata Navîn bi hegemonya Îsraîlê (bi hevgirtiyên xwe Ingilistan û DYE’yê re bi awayekî hevpar) tewazuna dewleta netewe pêk hatiye. Çawa ku tê îddîakirin, li Rojhilata Navîn dewletên netewe li gorî serxwebûna neteweyî pêk nehatine, li gorî hesabên hegemonîk ên modernîteya kapîtalîst li herêmê çêbûne û ev jî heyîna Îsraîlê weke hêza kakil a hegemonîk baş rave dike. Li Rojhilata Navîn sîstema dewleta netewe bi awayekî şertê pêş ê pêkanîna Îsraîlê ye, lewma sîstemeke hewce ye ku ji bo hegemonya ango hebûna Îsraîlê dewamî be. Ev mentiqê sîstemê mînîmalîzma der barê Komara Tirkiyê de jî têra xwe rave dike.

Ji salên 1979’an ve ji du milan ve li dijî sîstemê tehlûke hebû ango ji aliyê Rûsya Sovyetê û yê Îrana Îslamî ve û ev sedema bingehîn a derve bû ku dikir Komara Tirkiyê veguhere, lê li hundir jî muxalefeta neteweya demokratîk di asta jor de bûbû tehlûke. Ji ber van herdu tehlûkeyan bivênevê li gorî berjwendiyên sîstemê bû ku darbeya 12’ê Îlona 1980’î bi Gladîo’yê pêk bîne. Ji bo vê jî Gladîo jixwe bi hêz bû. Di dema Komara Yekemîn de îdeolojiya neteweperest a laîk bi sedema tehlûkeyên nû têrê nedikir, kêm dima. Lewma senteza Îslama Tirk ji bo rawestandina herdu tehlûkeyan hewce dikir. Di vê çarçoveyê de îdeolojiya fermî ya dema Komara Duyemîn weke senteza Îslama Tirk hat pêkanîn. Bi vî awayî wê bi sentezkariya Îslama Tirk a nerm Tirkiyê bersiva bidaya radîkalîzma Îslama Îranê, herweha tevgerên neteweya demokratîk jî wê bi terora faşîst bihata îmhakirin. Di bin destê Gladîo’yê de wê bi komareke darbeyê –bi Komara Duyemîn –bi awayekî bingehîn bersiva tehlûkeyên dualî yên hundir û derve bihata dayîn. Pêkanîn jî li ser bingehê konsepta nû ya îdeolojîk meşiyan. Dema Komara Duyemîn ku di sala 1980’î de dest pê kir, li AKP’yê weke partiyeke hegemonîk a vê qonaxa bêhtir belav û cihê xwe girtî fikirîn. Weke partiyeke bi polîtîkayên bingehîn ên derve û hundir ên Komara Duyemîn ve girêdayî, lê êdî dixwaze hegemonya xwe temam bike, dîzayn kirin. Bi awayekî mîna CHP’ya Komara Duyemîn lê fikirîn. Pêkanînên wê yên heşt salên bihurî jî vê îfadeyê piştrast dikin. Nakokiyên lihevçêkirî û qelp ên AKP’ê bi Îsraîlê re divê kesekî matmayî nehêlin. Bêguman mirov nikare îddîa bike ku hîç nakokiyên wan tinene; lê ev nakokiyên wan ên li ser berjewendiyan di nava heman sîstema hegemonîk de yên çareserkirinê ne.

Di dema Komara Yekemîn de jî weke Pro-Îsraîlê nakokiyên ciddî û xwînrij çêbûn. Bûrjûwaziya burokrat a Tirkên Ciwan hevgirtina xwe ya bi sermayeya Cihû re timî ber bi xwe ve kişand. Hertim dixwestin para Cihû û Masonan kêm bikin. Wezîrê Ekonomiyê yê alîgirê Ingilîzan Cavît Beg (yek ji lîderên li rêza pêş ê Cemiyeta Îttîhad û Teraqiyê bû) di sala 1926’an de hat darvekirin û bi qanûna bi navê Baca Hebûnê ya 1943’an gelek pêkanînên heta bigihîjin desteserkirinê, timî bi armanca rûçikandina sermayeya Cihû bûn. Lê tevî van bûyeran hemûyan jî Cihûtiya Tirk hertim di warê mohrdanîna li avahiya îdeolojîk, polîtîk û ekonomîk a sîstemê de hêza diyarker bû. Di polîtîkaya derve û artêşê de jî giraniya wan timî diyarker bû.

AKP û baskê nû yê bûrjûwaziya Tirk, sermayeya taybet a Anatolyayê ya navenda wê Konya û Qeyserî, ji sermayeya Cihû û hêza wê ya di nava dewletê de (ya di Komara Yekemîn de) zêdetir parê dixwaze. AKP’ya ji aliyê sêbera DYE-Ingilistan-Îsraîlê ve ji bo ji hegemonya Rojhilata Navîn re xizmetê bike hatiye çêkirin di berdêla xizmeta xwe de dixwaze para wê bê zêdekirin. Ji bo vê jî dixwaze wesayeta artêşê ya li ser wê bê sivikkirin, li dijî wê darbe neyên kirin û ji pasteya mêtinkariyê ya li Rojhilata Navîn bêhtir par jê re bê veqetandin. Îsraîl daxwazên vê bûrjûwaziya Anatolyayê ya nû ya bi çarpîkan dimeşe zêde dibîne û li bendê ye van daxwazên xwe kêm bike. Herweha ji gotinên wê yên gelekî dubare dike weke ‘hêza herêmî’ û ‘hêza global’ zivêr dibe, van gotinan nepixandî dibîne û dixwaze rast fêhm bike ku li herêmê û dinyayê hêza hegemon kî ye. Rola dane AKP’ê ew e, divê milletperestiya Şîî ya Îranê, Îslama Radîkal a Ereb û milletperestiya laîk nerm bike û bi sîstemê ve entegre bike. Eşkere ye ku ji bo vê di artêşê û karên derve de rolek danê. AKP jî bi vê rolê radibe. Şerê di vî warî de şerekî bi qestîka ye, lê nakokiyên wan ên ji bo zêdekirina para xwe rast in, lê van nakokiyan jî dikarin di nava sîstemê de çareser bikin. Di dema navîn û dirêj de bivênevê AKP wê bi sîstema hegemonîk re bi temamî li hev bike. Lê eger serhişkiyê bike, hela hela bi Îran û Îslama radîkal re, heta bi Îslama Nerm re hev bigire û zorê bide sîstema hegemonîk, hingê jî çi hatibe serê yên beriya wê û CHP’ê heman tişt wê bi serê wê de jî were.

Mirov bi hêsanî dikare bibêje, Tirkiye xeleka qels a sîstemê ye. Lewma qutbûna wê ya ji sîstemê îhtîmaleke qels nîne. Qutbûn dikare di du çarçoveyan de pêk bê: Ya yekê, eger ne xapandin be, bi Îran, Sûrî û heta Rûsya û welatên din ên weke Brezîlya, Hindistan û Çînê re hewl bide bibe hêza herêmî ya bigihîje heta hêza globalbûnê ku weke destguherîna hegemonyayê jî tê şîrovekirin, û bi vî awayî li ber hegemonya DYE, Ingilistan û Yekîtiya Ewrûpayê rabe. Herçiqasî ev îhtîmal ne mumkîn be jî hebûna Komara Tirkiyê ya heyî bi xwe û tewazunên berbiçav nîşan didin ku ev riyek e ku derbasbûna wê zehmet e. Ya diduyan, eger Komara Tirkiyê hevgirtinên xwe yên di dema Şerê Rizgariya Neteweyî de li ser bingehê neteweya demokratîk aktualîze bike qutbûna duyemîn mumkîn dibe. Eger Komara Tirkiyê bikeve vê riyê di dawiya wê de dikare ji modernîteya kapîtalîst qut bibe, pirsgirêkên xwe yên sereke yên di asta herêmî û neteweyî de bi tenê bi modernîteya demokratîk ji binî ve çareser bike.′′

(bb)

ANHA