Ji ber topbarana hêzên hikumeta Şamê li Dêrazorê zarokek şehîd bû
QSD`ê ragihand ku hêzên hikumeta Şamê rojavayê Dêrazorê topbaran kiriye û di encamê de zarokek şehîd bûye.
QSD`ê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku hêzên hikumeta Şamê û çeteyên wê, bajarokê Hewayic Zîban ê Dêrazorê topbaran kirine.
Her wiha da zanîn ku hêzên hikumeta Şamê û milîsên Îranê ytên li rojavayê berava çemê Firatê, duh malên sivîlan ên bajarokê Hewayic Zîban topbaran kirine. Di encamê de zarokê bi nave Ebdreûf Ibêd El Xelef şehîd bûne û zirarên madî çêbûne.
QSD`ê aşkera kir ku hêzên hikumeta Şamê hewl dide çeteyan bi rêya van kiryarên terorîst derbasî herêmê bike, lê ew hewldan ji aliyê QSD`ê ve hatin têkbirin. QSD`ê soz da ku têkoşîna xwe di vê çarçoveyê de berdewam bike.
(şx)
ANHA