ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6-2-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6-2-2025
6 sibat, 2025   02:00

Akademîsyen û aktîvîstên siyasî diyar kir ku di qonaxa niha ya li Sûriyeyê de pêdivî bi diyalogê heye û got “Redkirina diyalogan dê welat bixe nava aloziyeke nû." BI WÊNE Û DÎMEN

Jiyana şehîd Menîca Heyder ne tenê tecrubeyeke kesane bû. Jiyana wê ji bo gelek jinên ku rêya wê şopand, bû jêdera îlhamê. Ruhê wê û lehengiya wê îrade da nifşên nû û ew jî ber bi misogerkirina mafên xwe ve çûn. BI WÊNE Û DÎMEN

Koçberên Efrînê yên li bajarê Çilaxa bi cih bûne xwest ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku sûc li dijî wan pêk anîne ji Efrînê bên derxistin û got: "Weke hemû sûriyeyiyan em jî dixwazin vegerin bajarê xwe." BI WÊNE Û DÎMEN

Çalakger û siyasetmedarên li kantona Reqayê komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî xelkê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine şermezar kirin û bang li hêzên navneteweyî kir ku ji bo sekinandina van komkujiyan zextê li dewleta Tirk bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Di vê dawiyê de kargeha "Sarince" ya zeyta zeytûnan li Hesekê hat vekirin. Ev kargeh ji bo aboriya xwecihî ya Hesekê gaveke pir girîng e. BI WÊNE Û DÎMEN

Tevî temenê xwe yê 70 saliyê û ji serê xwe ve di dema êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê li Bendava Tişrînê de birîndar bûbû, lê careke din bi xelkê bajarê Qamişloyê re berê xwe da bendavê û parastina wê ji êrişan dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarê Til Temirê ji bo şîrovekirina pêşdeçûnên siyasî yên dawî li hola Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê civîneke taybet bi jinan li dar dixe, (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Kobanê hejmareke şehîdên berxwedana Bendava Tişrînê û Qereqozaqê li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya Kobanê oxir dike, (13:00) BI WÊNE Û DÎMEN