Li Îtalyayê helîkopterek ket: 3 kes mirin

Duh êvarê li nêzî bajarê Parma ê li bakurê Îtalyayê helîkopterek ket. Di encamê de 3 kes mirin.

Li Îtalyayê helîkopterek ket: 3 kes mirin
6 sibat, 2025   10:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya xwecih, şevê din li nêzî bajarê Parma yê li bakurê Îtalyayê helîkopterek ket. Di encamê de yek jê karsaz, 3 kes mirin. 

Hate diyarkirin ku karsazê jiyana xwe ji dest daye, rêveberê giştî yê şîrketa Rovagnieti ye.

Sedemên ketina helîkopterê nehatin diyarkirin, lê hate diyarkirin ku dema helîkopter ketiye mij li herêmê rabibû.

Li gorî nûçeya ajansa ANSA û rojnameya La Stampa, yek ji qurbaniyên ketina helîkopterê Lorenzo Ruffagnati ye ku bi birayê xwe Ferruccio re şîrketê bi rê ve dibe.

Di Şîrketa Rovagnieti de ji gelek welatên cîhanê wekî Belçîka, Fransa, Almanya û DYA’yê zêdetirî hezar kes kar dikin.

(bb)