ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6-10-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6-10-2025
6 cotmeh, 2025   02:00

Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya temsîla lawaz a jinan di hikumeta veguhêz de red kir û diyar kir ku rêya herî guncaw a avakirina Sûriyeya nû sîstema nenavendî ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Cotkarên kantona Cizîrê dest bi çinîna berhema pîvaza kirin. cotkaran diyar kir kum guherîna avhewayê û barîna kêm bandor li çandinya wan kiriye. Komîteya Çandiniyê da znîn ku berhem îsal baş bû. BI WÊNE Û DÎMEN

Siyasetmedar û akademîsyenên Sûriyeyê diyar kir ku tiştê ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê di çarçoveya tayînkirina endamên "parlamentoyê" de dike nagihîne heta gotina hilbijartinan û got ew binpêkirina aşkera ya demokrasiyê û siyasetên wê gefan li yekparebûna welat dixwin.

Li herêma Baxozê, ji 12 hezar darên xurmeyê ku deriyê debarê yê ji sedî 60’ê şêniyên herêmê ye, bi hezaran hatine birîn, şewitandin. Pirsgirêka avê jî rewş girantir kiriye. BI WÊNE Û DÎMEN

PYD`ê bi boneya salvegera 27`an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, civînan li Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Çilaxa, li navenda xwe ya li bajarê Amûdê, li nivîsgeha xwe ya li Çil Axayê li dar dixe (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê ji bo şervanên QSD`ê Ararat Serhed û Andok Viyan, Êriş Umut li goristana Şehîd Xebat a li bajarê Dêrikê merasîma oxirkirinê li dar dixe saet (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Komîteya Koçberan a Serêkaniyê li pêşiya komîseriya bilind a kar û barên peranberan a li Qamişloyê, ji bo şermezarkirina dagirkirina Serêkaniyê û binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê, çalakiyeke protestoyî li dar dixe (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê têkildarî girtina rêya Tebqa-Selemiye ji aliyê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve, daxuyaniyekê li pêşiya avahiya rêveberiyê dide (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Mamosteyan û Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Reqayê bi boneya Roja Cîhanê ya Mamosteyan şahiyekê li avahiya desteyê ya li bajarê Reqayê li dar dixe (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Erka Xweparastinê ya kantona Firatê bi malbatên şervanan û şehîdan re li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido dicive (14:00). BI WÊNE Û DÎMEN