Li kantona Cizîrê ji bo Komploya Navneteweyî civîn

Li bajarên Girkê Legê û Qamişlo yên kantona Cizîrê têkildarî Komploya Navneteweyî civîn hatin lidarxistin. Bşedarên civînan destnîşan kirin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin, têkoşîna wan berdewam e.

5 cotmeh, 2025   22:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) 2 dibistanên taxên Qidûrbeg û Hîlaliye yên li bajarê Qamişlo, bi boneya 27`emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya ku di 9`ê Cotmeha sala 1998`an li hemberî Rêber Abdullah Ocalan pêk hatibû, civîn lidarxistin. Civîneke din jî li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimlêan ê bajarê Girkê Legê li dar xist. 

Di civînan de ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, berdewamkirina têkoşînê hate destnîşankirin.

Endamê rêveber ê Meclisa Bajarê Girkê Legê Îbrahîm Hisên got: “Hêzên komploger xwestin vîna me bişikînin lê ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelên azad û demokrasîxwaz bûn minaret.”

Di civînên li Qamişloyê de jî, hate diyarkirin ku Rêber Abdullah Ocalan tevî ku dîlgirtî ye lê projeya xwe ya ji bo aştiyê û azadiyê ragihand.

Her wiha îşaret pê hate kirin ku armanca komployê şikandina vîna kurdan bû lê ew bi ser neket berovajî wê, hêz û hebûna kurdan xurttir kir, yekitiya kurd, ereb, suryan û asûr li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan da.

Di dawiya civînan de, teqezî bi berdewamkirina têkoşînê heta bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hate kirin.

(şx)

ANHA

Qamişlo

Girkê Legê