Li Dêr Hafirê êriş: 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku balafireke hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bendeke kontrolê ya wan bombebaran kir. Di encamê de 4 endamên hêzê birîndar bûn.

Li Dêr Hafirê êriş: 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
5 cotmeh, 2025   23:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê êrişê de daxuyaniyek weşand. 

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Saet di 19:00`an de balafireke bêmirov a çekdarên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, êriş dergehê Dêr Hafirê kir.

Di encamê de 4 endamên me yên ku erka xwe ji bo parastina herêmê û sivîlên di dergehê re diçin û tên, erka xwe dikirin, birîndar bûn.

Em bi tundî ev êrişa hovane şermezar dikin ku li dijî ewlehiya herêmê ye. Careke din rêgeza komên çekdar aşkera dike ku hewl didin ewlehiya herêmê têk bibin û hêzên me yên ku di oxira parastina şêniyan de fedakariyan dikin, bikin hedef.

Di heman demê de em destnîşan dikin ku mîna van êrişên tirsonak, israra me ya berdewamkirina erkên xwe ji bo parastina gel û ewlehiya wî, zêde dike. Em ê karê xwe bidomînin.

Em şîfayê ji birîndaran re dixwazin. Rûmet û serfirazî dê para hêzên me yên ku parastina nirxên azadiyê didomînin.”

(şx)