ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5- 6 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5- 6 – 2025
5 hezîran, 2025   02:00

Jîngeha cîhanê di bin zextên zêde yên siyasetên fînansekirina sîstematîk ên hin dewletên pîşesaz de ye, ku armanca wan zêdekirina hilberîn û mezinkirina aboriyê, li ser hesabê hevsengiya jîngehê ye.

Di dîroka tevgera azadiyê de xebatên konfederalîzma demokratîk a jinan di gelek pêvajoyan re derbas bû, ji Koma Keçikan dest pê kir û bi damezirandina Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) didome.

Cibraîl Miftefa diyar kir ku siyaseta paşguhkirinê ya ku ji aliyê desthiata Şamê ve li dijî pêkhateyên Sûriyeyê tê kirin, rê li ber dubarekirina kiryarên rejîma Baasê û şerekî nû yê navxweyî vedike. Mistefa bang li desthilata Şamê kir ku vê rewşê serast bike û hemû pêkhateyan beşdarî rêvebirina welat bike.

Bijîşkên li Kobanê destnîşan kirin ku şertên zindanê bandorek neyînî li ser tenduristiya mirovan çêdike û bibîr xistin ku Rêber Abdullah Ocalan jî ev 26 sal e di şertên tecrîdê de ye, lewma divê di demeke kurt de azadiya wî ya fizîkî pêk were. 

Şêniyên Qamişloyê nerazîbûna xwe têkildarî birîna daran û xemsariya şaredariyê ya ji bo parkên bajêr anî ziman. Şêniyan diyar kir ku şaredarî Parka Avesta ku wek cihê bêhnvedanê ye, paşguh kiriye.

Digel rewşên aborî yên dijwar de amadekariyên xelkê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên pêşwazîkirina Cejna Qurbanê didomin.

Li Kobanê bi daliqandina pankartan li têketina Daristana Şehîd Koçero Kobanê û dayîna daxuyaniyekê li daristanê çalakiyên Roja Jîngehê ya Cîhanê bi dawî dibin, (12:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Bi boneya Cejna Qurbanê, xelkê kantona Firatê li ser gorên şehîdan ên li Pakrewangeha Şehîd Dicle û Pakrewangeha Şehîdên Komkujiya Kobanê mûman pêdixin, her wiha xelkê bajarê Amûdê li Pakrewangeha Şehîd Îsmaîl Hogir û xelkê bajarê Qamişloyê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan,, xelkê bajarê Dêrikê li Pakrewangeha Şehîd Xebat û xelkê Tirbespiyê li Pakrewangeha Şehîd Dilşêr mûman pêdixin. (19:00). BI WÊNE Û DÎMEN