Endamên şandeya Kurdî kî ne?

Şandeya Kurdî ya piştî "Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê" hatiye avakirin, daxuyaniyek çapemeniyê ya nivîskî da û tê de navên endamên şandeya Kurdî ya ji bo diyaloga bi desthilata Şamê, aliyên navneteweyî û Kurdistanî re aşkera kirin, endamên şandeyê û hevserokên wê kî ne?

Endamên şandeya Kurdî kî ne?
4 hezîran, 2025   22:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya çapemeniyê ya nivîskî ya hevserokan de, şandeya Kurdî ya li gorî biryara "Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê" ya ku di 26’ê Nîsanê li Qamişloyê hatiye lidarxistin de hatiye avakirin, navên hevserokên şandeyê û endamên wê hatin aşkerakirin. 

Li gorî daxuyaniyê, şandeyê di 4’ê Hezîranê de bi beşdariya Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û Rohilat Efrîn û endama Dîwana Konferansê Îham Ehmed, civîna damezrîner li dar xist.

Endamê şandeyê, hevserokên wê kî ne û sîfetên wan çi ne?

Hevseroka şandeyê Perwîn Yûsiv, hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ye.

Hevserokê şandeyê Mihemed Îsmaîl, serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ye.

Endamên şandeyê:

Aldar Xelîl, endamê Desteya Serokatiyê ya PYD’ê ye.

Rîhan Loqo, berdevka Kongra Star e.

Ehmed Silêman, cîgirê Sekerteriya Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (P.D.P.K-S) ye.

Silêman Oso, endamê Desteya Serokatiyê ya ENKS’ê ye.

Selah Derwêş, Sekertêrê Partiya Demokrat a Pêşerojê ya Kurd li Sûriyeyê ye.

Nesredîn Îbrahîm, Sekretêrê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El Partî) ye.

Feysel Yûsiv, berdevkê ENKS’ê ye.

(fr)