ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 4 - 4 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 4 - 4 – 2025
4 nîsan, 2025   02:00

Di parazname û pirtûkên xwe de Rêber Abdullah Ocalan jiyan û têkoşîna xwe wekî lêgerîna heqîqetê dinirxîne û bi serdemên cuda, wekî zayîna miletekî pênase dike. BI WÊNE

Rewşenbîrên Helebê diyar kir ku peymana di navbera QSD’ê û desthilata Şamê de hatiye îmzekirin gaveke girîng ber bi xurtkirina aştî û pêkanîna armancên şoreşê ve ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Dirûnkar Ferîde Cuma diyar kir ku dirûn ne tenê pîşeyek e, lê mîraseke divê were parastin. BI WÊNE Û DÎMEN

Cotkarên Holê, mîna çandiniya sera, berê xwe didin çandiniya sergirtî ku şitil werin parastin û hilberînên wan zû li sûkan werin firotin. BI WÊNE Û DÎMEN

Şaredariya Gel a bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê, li ser daxwaza şêniyên bajêr dest bi pêkanîna projeya avakirina bazareke nû ya gelêrî kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi boneya 4’ê Nîsanê, salvegera rojbûna Rêber Abdullah Oclana li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêzeçalakî tên lidarxistin; xelkê kantona Firatê serdana mala Rêbertî ya li gundê Elpelûr a li gundewarê Kobanê dike, (10:00), dûre li qada Şehîd Egîd şahiyek tê lidarxistin, (12:00), her wiha li bajarê Til Hemîsê şahiyek tê lidarxistin (14:00), li bajarê Tirbespiyê şahiyek tê lidarxistin (16:00). Her wiha li Parka Azadî ya Qamişloyê, li Amûdê û Dêrikê şahî tên lidarxistin, (16:00). BI WÊNE Û DÎMEN