Weşana Stêrk Tv ji ber pirsgirêka teknîkî rawestiya

Desteya Weşanê ya Sterk TV daxuyand ku ji ber pirsgirêkên teknîkî weşana Stêrk TV rawestiyaye û hewl didin çareser bikin.

Weşana Stêrk Tv ji ber pirsgirêka teknîkî rawestiya
3 nîsan, 2025   23:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Weşanê ya Sterk TV li ser pirsgirêka teknîkî daxuyanî da. Desteya Weşanê diyar kir ku ji ber pirsgirêkên teknîkî weşana Stêrk TV yên li ser peykên Hotbird û Nilesat rawestiyaye û got, “Em hewl didin ew pirsgirêka teknîkî çareser bikin. Dikarin li ser malper youtube û hesabên medya dijital me bişopînin.”