ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31 - 8 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31 - 8 – 2024
31 tebax, 2024   02:00

Wekî tê zanîn pergala global di rewşeke tevlihev a mezin de ye. Di serî de DYA, dewletên hegemonîk bi hemû hêza xwe hewl didin hegemonyaya xwe biparêzin û nehêlin dewletên dîtir mîna Çînê di aliyê aborî de û Rûsyayê di aliyê stratejîk de zora wan bibin an jî bi wan re hegmonyaya cîhanê parve bikin.

 Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji ber wernegirtina agahiyan ji Rêber Abdullah Ocalan fikarên xwe anîn ziman ku got ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbert Ocalan dê dengê xwe bigihînin tevahiya cîhanê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 Rûspiyên eşîrên Ereban ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li eşîrên Iraqê kir ku li hember dagirkeriya dewleta Tirk hevbendiyekê ava bikin.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

 Di sala perwerdeyê ya 2024-2025’an de dê 4 hezar û 100 dibistan nêzî 900 hezar xwendekaran pêşwaz bikin.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

 Ebû Cengo 35 sal e rahiştiye çakûçkê û li gorî cureya avahiyan teşe dide keviran. Piştî ewqas sal, her cureyên keviran kijan hişk e kijan bi çi rêbazî divê were şikandin, nas kiriye. Bavê Cengo got: "Li kijan avahiyê binêrim ku bi kevirên min hatibe çêkirin, ez gelekî kêfxweş dibim."  (BI WÊNE Û DÎMEN)

 Şênî, saziyên Rêveberiya Xweser û Meclisa Malbatên Şehîdan ên kantona Firatê şehîdên mehên Tîrmeh û Tebaxê bi merasîmekê li goristana şehîdan a bajarê Sirînê bi bîr tînin. Saet di 19:00'an de.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

 PYD'ê ya Helebê bi daxuyaniyekê sûcê li dijî rojnamevanan Gulistan Tara û Hêro Behadîn şermezar dike, li pêşiya dereca taxa Eşrefiyê. Saet di 10:00'an de.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

 Nivîsgeha Weqfa Jinên Azad a Helebê şahiyekê ji bo belavkirina bawernameyên xwendekarên ku perwerdeyên nivîsgehê bi dawî kirine, li dar dixe. Li hola civînan a 8'ê Adarê. Saet di 11:00'an de.  (BI WÊNE Û DÎMEN)