Ciwanên Tirbespiyê banga bilindkirina asta têkoşînê kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Tirbespiyê destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker berdewama siyasetên wê yên tirsandina gelên herêmê ji bo ku fişarê li wan bike da ku dev ji destkeftiyên xwe berdin. Tevgerê bang li gelên herêmê kir ku li hember van siyasetan, têkoşînê mezin bikin.  

Ciwanên Tirbespiyê banga bilindkirina asta têkoşînê kir
30 tebax, 2024   22:11
QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin. Herî dawîn jî li Qamişlo mayîn bi seyarekê de teqiya û di encamê de 2 şênî şehîd bûn.

Şêniyên herêmê li hemberî êrişan nerazîbûn nîşan da û teqezî bi girêdana bi xakê û domandina berxwedanê kir.

Der barê wê de, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê ya bajarê Tirbespiyê daxuyaniyek da. Tê de siyasetên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û bang li gelên herêmê kir ku asta têkoşînê li gorî şerê gelê şoreşgerî bilind bikin.

Rêvebera tevgerê Sefa Deham daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êriş berdewama siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên tirsandina gelên herêmê ye da ku fişarê li wan bike ji bo ku ew dev ji destkeftiyên xwe berdin.  

Di daxuyaniyê de bêdengiya hêzên navneteweyî û herêmî li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker hate şermezarkirin.

Her wiha bang li gelên herêmê hate kirin ku li dijî van siyasetan asta têkoşînê bilind bikin û destekê bidin hêzên leşkerî û saziyên Rêveberiya Xweser.

(mh)

ANHA