4`emîn Mîhrîcana Merdoso li Hesekê dest pê kir

Li Hesekê 4`emîn Mîhrîcana Merdoso bi beşdariya 6 komên govendê û stranan dest pê kir.

4`emîn Mîhrîcana Merdoso li Hesekê dest pê kir
4`emîn Mîhrîcana Merdoso li Hesekê dest pê kir
4`emîn Mîhrîcana Merdoso li Hesekê dest pê kir
4`emîn Mîhrîcana Merdoso li Hesekê dest pê kir
4`emîn Mîhrîcana Merdoso li Hesekê dest pê kir
4`emîn Mîhrîcana Merdoso li Hesekê dest pê kir
4`emîn Mîhrîcana Merdoso li Hesekê dest pê kir
4`emîn Mîhrîcana Merdoso li Hesekê dest pê kir
4`emîn Mîhrîcana Merdoso li Hesekê dest pê kir
30 tebax 2024   22:26
HESEKÊ

Komeleya Çandî ya Suryan a li Sûriyeyê bi koordîneya Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser 4`emî Mîhrîcana Merdoso li hola Serdemê ya Hesekê li dar xist. 

Pêkhateya suryan, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Yekitiya Jinên Suryan, Partiya Yekitiya Suryan, Meclisa Leşkerî ya Suryan, partî û nûnerên rûspiyên ereb û kurd tev li mîhrîcanê bûn.

Di mîhrîcanê de endamê rêveberiya Komeleya Çandê ya Suryan a li Sûriyeyê Îbrahîm Admo, hevseroka Meclisa Rêveber a kantona Cizîrê Vîviyan Beho Osê axivî û bang li gelan hate kirin ku ziman û çanda xwe biparêzin.

Her wiha diyar kirin ku lidarxistina mîna van mîhrîcanan, ji bo pêşxistina çanda suryan-asûr gelek girîng e û Rêveberiya Xweser bi rêya desteyên hunerî û çandî derfet ji pêkhateyan re vekiriye ku çanda xwe vejînin.

Dûre komên beşdar ên suryan, berhemên xwe pêşandan. ji komên beşdar, Melfono Gebrîêl Esed, Înana, Asara, Navenda Ebid El Mesîh Qirbaşî, hene.

Sibe roja dawîn a mîhrîcanê ye ku dê gelek kom berhemên xwe li Parka Azadî ya Qamişloyê pêşan bidin û di dawiyê de komîteya amadekar dê komên beşdar xelat bike. 

(şx)

ANHA