ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31- 5 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31- 5 – 2025
31 gulan, 2025   02:00

Meclisa Bajarê Dirbêsiyê bi hevkariya Kongra Star bi armanca piştxistina asta sazî û meclisan dest bi birêxistinkirina şêwirên xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Metran Mar Morîs Amsîh diyar kir ku diyaloga navxweyî ya sûriyeyî rêya herî guncaw a pêkanîna aştiyê ye û got divê ji bo avakirina Sûriyeyeke yekbûyî ya aram Rêveberiya Xweser û desthilala li Şamê xebateke hevbeş pêk bînin. Mar Morîs Emsîh Rêveberiya Xweser wek "modeleke şaristanî ya xizmeta tevahî pêkhateyan dike" pênsae kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Şaredariya Gel a bajarê Kobanê di plansaziya xwe ya nîvê salê de cih daye sererastkirin û qîrkirin rêyan. BI WÊNE Û DÎMEN

Piştî stasyonên ava vexwarinê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ji xizmetê derketin, Gerînendetiya Avê ya Eyn Îsayê projeya xeteke nû daye destpêkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo ji bo şervanên HPG’ê şehîd Ozgur Weysî merasîma xiyabî li dar dixe, li ber mala malbata wê ya li taxa Kornêş saet (17.00) BI WÊNE Û DÎMEN

Ji bo destpêkirina Projeya Hunerê ya Havînê ya ji bo Zarokan, bi dirûşmeya “Em bi hev re Hîn bibin” wê civîneke çapemeniyê bê lidarxistin. (10.00) BI WÊNE Û DÎMEN

Der barê girîngiya siyasî ya Banga Aştî û Civaka Demokratîk û bandora wê ya li ser Şoreşa 19’ê Tîrmehê komxebatek li Zanîngeha Kobaniyê rê lidarxistin, li avahiya nû ya zanîngehê. (10.00) BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên Kobanî wê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Birûsk Kobanê oxir bikin. (14.00) BI WÊNE Û DÎMEN

Çalakiyên Yekemîn Festîvala Fîlman a Jinan a Nûjiyan a li Qamişlo bi dawî dibe. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi serpereştiya Konfederasyona Rêxistinên Civaka Demokratîk li kantona Tebqayê, Yekîtiya Parêzeran komxebatek der barê Danezana Destûrî li dar dixe. (11.00) BI WÊNE Û DÎMEN

Komeleya Alîkarî û Pêşketinê ya Mezopotamyayê bi hevkariya Desteya Karûbarên Civakî û kar ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyêê sêyemîn karwanê alîkariyên mirovî ber bi herêmên beravên Sûriyeyê ve, bi rê dike. BI WÊNE Û DÎMEN