Îsraîlê li Gundewarê Laziqiyê û Tartûsê çend dever bombebaran kirin

Balefirên Îsraîlê çend dever li gundewarê Laziqiyê û Tertûsê li Sûriyeyê bombebaran kirin. Li gorî agahiyan derdora Beyt Yaşout, Burc Islam, bendera Tartûsê û Firqeya 107 li Cebeleyê û hin baregehên leşkerî yên kevin hatin bombebarankirin ".

Îsraîlê li Gundewarê Laziqiyê û Tartûsê çend dever bombebaran kirin
31 gulan, 2025   00:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku balafirên Îsraîlê derdora gundên Beyt Yaşût û Burc Îslamê li Laziqiyê bombebaran kirin.

Li Tartûsê jî derdora bendera Tartûsê hat bombebarankirin.

Çavdêrîya Sûriyeyê ya Mafên Mirovan ragihand ku balefirên şer ên Îsraîlê Firqeya 107an a li Zama ya li gundewarê Cebelê bombebaran kirin.

Her wiha baregeha Balata li gundewarê Tartûs, baregeha hêzên taybet ên berê û navendeke komkirina otombîlan ya rejîma berê, hatin bombebarankirin.

Her wiha duman ji bargehên El Şamiye li ser rêya El Qesir li gundewarê Laziqiyê rabû.

Berdevkê leşkerî yê Îsraîlê Avichay Adraee got: "Beriya demeke kurt, balafirên Îsraîlê êrişî depoyên çekan ên li Lazqiyeyê kirin ku mûşekên erd-behrê tê de bûn, kirin. "