QSD`ê li Dêrazorê endamên şaneyeke DAIŞ`ê girtin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), bi piştgirî û alîkariya hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî, endamên şaneyeke çeteyên DAIŞê li bajarokê El Buseyra li gundewarê rojhilatê Dêrazorê girtin.

QSD`ê li Dêrazorê endamên şaneyeke DAIŞ`ê girtin
30 gulan, 2025   23:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê, ragihand ku hêzên wan îro li dijî şaneyeke çeteyên DAIŞ`ê li gunewarê Dêrazorê operasyonek li dar xistin. Di operasyonê de endamên şeneyê hatin girtin.

Tê payin ku QSD`ê di saetên pêş de der barê mijarê daxuyaniyeke berferh biweşîne.