ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-3-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-3-2025
31 adar, 2025   02:00

Rewşenbîrên Kurd ên li bajarê Hesekê diyar kir ku Newroza îsal Newroza peyama hêvî û aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan bû, lê rayedarên Tirk ji tirsa encamên wê yên siyasî û civakî yên li ser gelê Kurd hewl da vê peyamê asteng bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi hatina cejna Remezanê re, kula koçberiyê dîsa dikeve dilê kesên ku bi darê ji malên xwe hatine koçberkirin. Tevî hewldanên wan ku cejnê bi dilxweşî pîroz bikin jî, lê kêfxweşiya wan kêm dimîne û tenê hêviyeke wan heye; bi ewlehî vegerin malên xwe. BI WÊNE Û DÎMEN

Di nava xwezayê de ku bayê biharê pelên daran dihejîne û awaza vejîna nû dilorîne, jinên kedkar jî mîna dareke kevnar ku rehên xwe berdane vê axê, bûne parçeyekî xwezayê. Bi hezkirin û dilsozî tovên jiyanê berdidin hinavên axê û mîna dayikeke dilovan li benda bişkuvîna jiyaneke nû ne. BI WÊNE

Cotkarên kantona Reqayê dest bi çandina şitilên sebzeyên havînê kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk Mela Mihemed El Xerzanî Cejna Remezanê li tevahî gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sûriyeyê û cîhana Îslamî pîroz kir û hêvî kir ku ev cejn bibe destpêka pêkhatina ewlehî û aştiyê li seranserî cîhanê. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi boneya Cejna Remezanê xelkê bajarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, piştî bidawîbûna nimêja cejnê, serdana goristanên şehîdan dike. BI WÊNE Û DÎMEN