Bi pêxistina meşaleyan berxwedêrên Tişrînê şehîd bi bîr anîn

Berxwedêrên li Bendava Tişrînê bi boneya Cejna Remezanê bi pêşxistina meşaleyan şehîdên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr anîn û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kirin.

30 adar, 2025   23:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Berxwedêrên li Bendava Tişrînê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Cejna Remezanê meşeke meşaleyê li dar xist û hevgirtina xwe bi şehîdan û fedakariyên gelên herêmê re nîşan da.

Ji 8’ê Çileyê ve, ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmê û bendavê, gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Bendava Tişrînê ne.

Îşev, bi hezaran welatiyên herêmê serdana goristanên şehîdan kir û mûm li ser goran pêxistin.

Ev çalakiya gel balê dikişîne ser hevgirtina di navbera xelkê herêmê de û sekna wan li dijî gefên derve. Di heman demê de şênî bi hêvî ne ku ev cejn bi xwe re aştî û hêviyê bîne.

(mh/fr)

ANHA