ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-08-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-08-2026
31 tebax, 2026   02:00

Dîroka Kurdan li Sûriyeyê di salên borî de heta niha nabe ku tenê di çarçoveya doza Kurdî ji hêla siyasî ve were sînordarkirin, hebûna wê hebûneke dîrokî, civakî û siyasî ye, ev hiştiye ku bibe beşek ji qonaxên avakirina welat. Kurd beşdarî jiyana siyasî, leşkerî û çandî de jî bûne, rola wan di berxwedana li hemberî Feransayê û avakirina saziyên dewletê ya nû de derket holê.

Koçberên Serêkaniyê daxwaza vegereke bi ewle bo gund û malên xwe kirin, astengiyên li pêşiya vegerê jî didomin. Wêraniya malan û bi cihbûna niştecihên biyanî, hatina werzê zivistanê zehmetiyên koçberan li kampan zêde dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Li bajarê Hesekê mazot li ajokeran nayê belavkirin û kirêya wesayîtên veguhastin biha bûye. Şênî û ajoker daxwaza çareseriyê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Li bajarê Amûdê merasîma bîranîna 195 gerîlayên HPG û YJA‘ê tê lidarxistin, saet 09.30‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên Hesekê gerîlayên HPG û YJAS Starê yên ku li cih û demên cuda de şehîd bûne, li Navenda Çandê bi bîr tînin, saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên Qamişlo, Çilaxa û Dêrikê li dijî biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya sînordarkirina dayîna perwerdeya zimanê Kurdî  3 saetan tenê di hefteyekê de daxuyaniyan didin, saet 10.00‘an. Li Hesekê û Tirbespiyê jî bi heman armancê çalakî tên lidarxistin, saet 18. 00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).