Ji Amerîkayê êrişa hewayî: Îranê jî bersiv da

Fermandariya Navendî ya DYA’yê (CENTCOM) diyar kir ku êriş biriye ser du amûrên fuzeyan ên Îranê yên li Girava Larakê ya li Tengava Hurmuzê. Îranê ragihand ku wana êrişî baregehên Amerîka yên li Urdûnê kirine.

Ji Amerîkayê êrişa hewayî: Îranê jî bersiv da
31 tebax, 2026   08:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) piştî navberek ji mehekê ya êrişên li ser xaka Îranê, careke din dest bi êrişan kir. Berdevkê CENCTOM’ê Tim Hawkins diyar kir ku hêzên DYA’yê roja Yekşemê li du amûrên fuzeyan ên Îranê xist ku li Girava Larakê ya li Tengava Hurmuzê bûn.

Hawkins daxuyanî da AFP’ê û got, hate dîtin ku hêzên Muxafizên Şoreşê xwe amade kirin ku bi mayinên deryayê roketan biavêje Derya Hurmuzê.

Êriş di demeke welê de hate kirin ku şer kêm bûbû. Rêveberiya Trump hefteyên dawî li şûna operasyonên leşkerî giranî dabû ser zexta aborî ya li dijî Îranê.

CENTCOM’ê her wiha hefteya derbasbûyî ragihand ku trafîka keştiyan a navneteweyî ya li Tengava Hurmuzê temam bûye. Hawkins diyar kir ku hêzên DYA’yê bûyerên li herêmê ji nêz ve dişopînin û amade ne ku herikîna serbest a bazirganiya li rêgeha krîtîk a avê biparêzin.

Muxafizên Şoreşê yên Îranê jî diyar kir ku di êrişên DYA’yê de yên li Girava Larakê mirî û birîndar hene. Di daxuyaniyê de hate gotin, wê “bersiv” ji êrişê re bê dayin.

Artêşa Pasdaran a Îranê ragihand ku wan wekî bersiva êrişa Amerîkayê ya li ser Girava Larkê ya li nêzîkî Tengava Hurmizê, bi mûşekên balîstîk êrişî du baregehên asmanî yên Amerîkayê yên li Urdinê kiriye.

Di daxuyaniya nivîskî ya Artêşa Pasdaran de hat destnîşankirin ku Hêzên Asmanî û Fezayê li hemberî êrişa asmanî ya “Amerîkî-Siyonîst” a li ser Girava Larkê operasyonên tolhildanê pêk anîne. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di çarçoveya êrişên tolhildanê de baregehên asmanî yên Qral Husên û Muwefeq Seltiyê yên li Urdinê bi mûşekên balîstîk hatine armanckirin.

Hat eşkerekirin ku di êrişan de “binesaziyên teknîk û yên lênêrînê û qadên ku balafirên şer li wan bi cih bûne” hatine hedefgirtin û zerereke mezin gihîştiye baregehan.

Li gorî, Ajansa Nûçeyan a Farsê ya Îranê êrişa Amerîkayê ya li ser Girava Larkê ya ku sivîl jî tê de mirine, ji Urdinê hatiye kirin.

Tengava Hurmuzê ku beriya şer ji pênc paran parek ji çavkaniyên hîdrokarbon jê derbas dibû, piştî ku şerê navbera Îran û DYA’yê destpê kir bû yek ji nuqteyên herî krîtîk ên rageşiya li herêmê.