ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30/7/2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30/7/2025
30 tîrmeh, 2025   02:00

Jinên koçber ên ji Efrînê diyar kir ku ew jî dixwazin bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û diyar kir ku heta azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan wê têkoşîn bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Mala Êzidiyan a Kantona Cizîrê dê di salvegera fermana 2014’an a li dijî civaka Êzidî ya Şengalê de projeya avakirina perestgeheke olî li gundekî Amûdê bide destpêkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Jîngehê di nava hewldanan de ye ku rewşa metirsîdar a li ser jîngehê derbas bike. Hemleyên çandiniya daran, projeyên enerjiya anternatîf û bernameyên zanista jîngehê bi pêş dixe. Lê ji ber bandora neyînî ya zêde li ser jîngehê ya ji ber şer, ziwabûn, tevgerên çewt ên hin aliyan, metirsî zêde bûne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Jinên bajarê Qamişlo nerazîbûnên xwe yên ji bo kiryarên li Siwêydayê tên kirin anîn ziman û got, “Em weke jin êdî tundî û êrişên li ser jinan û gelan napejirînin, em ê her tim li qadan bin. Pêwîste civaka navnetewî li dijî van kiryaran rawestin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevî temenê xwe yê mezin, Xidir Îbrahîmê yê 70 salî di nav pirtûkan de di pirtûkxaneyek biçûk de li bajarê Hesekê rûdinê. Bi pênûs û kaxezê, di rêwîtiya xwe de li hember nexwendin û jibîrkirinê bi ser ket. Ev pirtûkxaneya ku xewna wî ya zarokatiyê ye, fêrbûna zimanê dayikê pêk anî, ne tenê bûye cihekî fêrbûnê, lê di heman demê de bûye cihekî ji bo başkirina bîr û baweriyê jî. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêveberiya Kampa Holê rêwîtiyeke din ber bi bajarên Reqa, Heleb û Idlibê ve birê dike saet di 9:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê ji bo bîranîna 60 şehîdên bajêr ên ku di Gulan, Hezîran û Tîrmehê de şehîd bûne, merasîmek li Navenda Çand û Hunerê ya Xabûrê li dar dixe saet 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîsgeha Têkiliyan a MSD`ê bi koordîneya partiyan li kantona Reqayê ji bo şîrovekirina bendên lihevkirina Mezlûm Ebdî bi serokê hikumeta veguhêz Ehmed El Şeri re, civînekê li bajarokê Hezîme yê bakurê Reqayê li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Jinên Êzidî-Rojava ji bo salvegera 11`emîn a fermana Şengalê ku 3`yê Tebaxa 2014`an bû, civînek bi dirûşma “Bi felsefeya jin, jiyan, azadî, em ê fermanan tune bikin” li nivîsgeha PYD`ê ya li Hesekê li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê bi merasîmekê cenazeyê şervanê hêzên komandos şehîd Ebdurezaq Elî El Sekran li goristana şehîd Dijwar, vedişêre saet di 18:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan şehîd Ebdulselam Hacî li goristana şehîd Delîl Saroxan oxir dike saet di 18:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)