Şaredariya Şêxmeqsûd û Eşrefiye çerxerêya` Şehîdên Şoreşê` vekir

Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê çerxerêya Şehîdên Şoreşê li taxa Eşrefiye vekir.

29 tîrmeh, 2025   23:18
HELEB

Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê û rûmetê çerxerêya Şehîdên Şoreşê li taxa Eşrefiye vekir. 

Nûnerên partiyan, saziyên civaka sivîl, meclisên rêveber, komîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şênî tev li merasîma vekirinê bûn.

Di merasîmê de Mistefa Şahîn û Sêvîn Musa daxuyaniya şaredariyê bi zimanên erebî û kurdî xwendin.

Di dauxyaniyê de hate diyarkirin ku çerxerê, ne tenê projeyeke xizmetguzariyê ye lê belê bîra têkoşîna li dijî zordestiyê û wefedariya fedekariyên şehîdan, rave dike.

Hevserokê Meclisa Giştî ya her du taxan, Nûrî Şêxo axivî û got: “hevkariya gel, sira biserketina projeyên xizmetguzariyê ye. Şaredarî ne tenê her du taxan bedew dike lê belê dîrokê û têkoşîna civakê nîşan dide û diparêze.”

Di dawiya merasîmê de çerxerê ji aliyê dayîka şehîd Dilşêr Hiso, Xalîde Hiso ve hate vekirin.

(şx)

ANHA