Li Reqayê 9 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku wê li kantona Reqayê 9 çeteyên DAIŞ`ê girtine.

Li Reqayê 9 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin
29 tîrmeh, 2025   23:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermi daxuyaniyek parve kiriye. Di daxuyaniyê de ragihandiye ku wê li kantona Reqayê 9 çeteyên şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê girtine. 

Navenda ragihandinê ya hêzê dîmena operasyona ewlehiyê ya ku di encamê de çete girtine, parve kirin. Hêzê di heman demê de aşkera kir ku çeteyên girtî, plan dikirin ku êrişan û tevliheviyê çêkin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniya xwe de piştrast kirin ku xebatên wê yên li dijî şaneyên DAIŞ`ê berdewam in û dê xebatên xwe ji bo parastina herêmê ji kiryar û êrişên terorîst bidomîne.

(şx)