ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30- 5 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30- 5 – 2025
30 gulan, 2025   02:00

Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sagyîgît têkildarî gavên piştî banga Rêber Abdullah Ocalan hatine avêtin axivî û got “Berpirsyarî niha li ser dewlet û parlamentoyê ye. Tê payîn ku pêvajo di zemîna qanûnî, destûrî û hiqûqî de bê meşandin."

Bi hatina werza havînê re zehmetiyên şêniyên bajarê Şedadê yên têkildarî peydakirina ava vexwarinê girantir dibin, nexasim ku tankerên Şaredariya Gel ji bo peydakirina ava vexwarinê têrê nakin û şênî neçar dibin ku avê ji tankerên taybet bikirin, ku barê wan zêde dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Jinên ji kantona Dêrazorê diyar kir ku bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan jin cihê xwe di hemû qadan de digirin û got “Pergala hevserokatiyê serkeftineke mezin e.” BI WÊNE Û DÎMEN

SZK'ê ya Helebê bi navê Hozar kovarek bi zimanê Kurdî ku tê de mijarên cihêreng û curbicur hene, çap dike. Ev kovar wekî berhema xebatên vejandina zimanê Kurdî, pêşxistina wêje û çanda Kurdî û xurtkirina çanda xwendinê ji bo ciwanan e. BI WÊNE Û DÎMEN

Sûka El Hal (sebze) a navendî ya kantona Reqayê çavkaniya sereke ya belavkirina sebze û fêkiyan li seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û jêdera bingehîn a debara bi sedan malbatên kantonê ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Nûjiyan ji bo jinên li tevahî cîhanê di sînemayê de dixebitin jîngeheke piştgir û pevguherîna zanabûnê diafirîne, her wiha bi deng û wêne pirên mirovî ava dike û jinan di aliyê huner û sînemayê de xurt dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Mîhrîcana Filman a Jinan a Nûjiyan di roja şeşemîn de li Qamişloyê didome. BI WÊNE Û DÎMEN