Li Dêrikê ji bo gerîla Rawan Koçer merasîmek xiyabî

Xelkê Dêrikê, Girkê Legê û Çilaxayê yê tev li merasîma xiyabî ya gerîlayê HPG’ê şehîd Rawan Koçer bûne diyar kir ku ne ji fedakariyên van fedaîyan bûya rê li ber qonaxa nû ya aştiyê vendibû.

Li Dêrikê ji bo gerîla Rawan Koçer merasîmek xiyabî
Li Dêrikê ji bo gerîla Rawan Koçer merasîmek xiyabî
Li Dêrikê ji bo gerîla Rawan Koçer merasîmek xiyabî
Li Dêrikê ji bo gerîla Rawan Koçer merasîmek xiyabî
Li Dêrikê ji bo gerîla Rawan Koçer merasîmek xiyabî
Li Dêrikê ji bo gerîla Rawan Koçer merasîmek xiyabî
29 gulan, 2025   23:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê ji bo gerîlayê Hêzên Parastina Gel (HPG) şehîd Rawan Koçer merasîmeke xiyabî li gundê Girkê Dijwêr ê herêma Koçerat a kantona Cizîrê li dar xist. Di merasîmê de bi sedan şêniyên bajarên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa amade bûn.

Di serî de rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Suad Şawîş li ser rola gerîlayên HPG'ê di pêkanîna azadiya gelê Kurdistanê de axivî û girîngî da xwedîderketina li mîrasa şehîdan û şopandina rêya wan.

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Dêrikê Mihemed Ebdurehîm jî got, têkoşîn bi destê van şehîdên, ku rêya azadiyê ji gelan re ronî kiriye, dest pê kir û bi saya fedakariyên wan destkeftî hatin pêkanîn û rê li ber pêvajoyeke nû ya aştiyê hat vekirin.

Di dawiyê de wesîqeya şehadetê ya şehîd Rawan Koçer hat xwendin û ji bo malbata wî hat radestkirin.

Şehîd Rawan Koçer (Malik Kemal Silêman) li Şamê ji dayik bûye û di 6'ê Çileya 2025'an de li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê şehîd bûbû.

Duh, HPG'ê nasnameyên 3 gerîlayan ji wan nasnameya şehîd Rawan hebû, aşkere kirin û soza şopandina rêya wan dubare kir.

(mh/fr)