Balkona malê veguherandiye baxçeyê kaktusê

Cûdî Hesen balkona mala xwe ya biçûk bi sedan şitlên kaktus xemilandiye.

Balkona malê veguherandiye baxçeyê kaktusê
Balkona malê veguherandiye baxçeyê kaktusê
Balkona malê veguherandiye baxçeyê kaktusê
Balkona malê veguherandiye baxçeyê kaktusê
Balkona malê veguherandiye baxçeyê kaktusê
30 cotmeh, 2023   09:41
QAMIŞLO
XALID ETÊ

Ciwanê bi navê Cûdî Hesen, piştî ku karê xwe di dikana sererastkirina kumpîterên erebeyan de diqedîne, vedigere mala xwe ya li taxa Xerbî ya Qamişloyê. Cûdî destpêkê li balkona xwe ya biçûk rûdinê ku dibêje ji bo wî jêdera, enerjî û bêhnvedanê ye.

Balkona mala Cûdî, ji balkonên malên din ên bajêr cuda ye, ji ber ku bi sedan cureyên keskahiyê, bi taybet cureyên kaktus lê hene û hinek cure kêm peyda dibin. Cûdî  cureyên keskahiyê bi awayekî geomatîk û balkêş organize kiriye.

Cûdî Hesen têkildarî hezkirina xwe ya ji kaktusan re got: "Dema min li Humsê di Falkuteya Endezeya Petrolê de dixwend, min kaktusek biçûk û xweşik dît. Min jê hez kir û dest bi komkirina cureyên wê kir. Kaktus her tim kesk û xweşik e û kulîlkên wê bedew in."

Cûdî Hesen piştî kar deqedîne, piraniya wexta xwe li balkonê diborîne. Têkildarî berhevkirina keskahiyan di balkonê de got: "Tevî ez pir jê hez dikim lê gelek astengî hebûn. Ji wan astengiyan li mala me cihekî guncaw ji bo keskahiyan tune ye, ji ber vê ez fikirim ku rêbazekî peyda bikin da ku şitilgeheke taybet di mala xwe de ava bikin. Bi demê re, min rêbazek peyda kir,  êdî bi rêya benikan qutîkên kulîlkan bi balkonê ve daliqînim."

XEWNA DERENGXISTÎ

Cûdî balkona mala xwe kiriye mîna muzexaneya kaktus û xeyal dike ku şitilgehekê veke. Girêdayî wê got: "Ji ber derfetên madî yên sînordar, ez nikarim vê xewnê bînim cih. Eger derfet hebûya min ê şitilgehek vebikira. Armanca min, avakirina projeyekê ji bo zêdekirina cureyan nebatan e."

(şx)

ANHA