ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-1-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-1-2025
30 ÇILE, 2025   02:00

Ji ser Bendava Tişrînê siyasetmedaran diyar kir ku bendav xwedî girîngiyeke mezin û ji bo Sûriyeyê jêdereke avê û kehrebê yesiyasetmedaran got, "Armanca me parastina bendavê ji van êrişên dijwar e."

Endamên Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê diyar kir ku şehîd û şanogerê Kurdistanî Cuma Xelîl (Bavê TEyar) ji mezintirîn hunermedên bi xebatên xwe yên hunerî û şanogeriyê bang li civaka Kurd kiriye, ye.

Serokê Meclisa Eşîrên Tey ên Ereb got ku bi saya peywendiyên dîrokî yên di navbera gelên herêmê de hemû hewlên ji bo çêkirina nakokiyan têk diçin û tekez kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bûye bingeha avakirina Sûriyeya siberojê.

Şahidekê kêlî û detayên şehîdxistina 6 sivîlan di êrişa hewayî ya 18ˋê Çileyê li Bendava Tişrînê de vegotin.

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku parastina Bendava Tişrînê berpirsyariya her kesî ye û bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî kir ku êdî li hember sûcên li dijî sivîlên ji bo parastinê li bendavê ne, bêdeng nemînin.

Meclisa Girkê Legê hewl dide pêdiviyên koçberan dabîn bike û di van şert û mercên dijwar de desteka wan bike. Lê civata navneteweyî li hember sûcên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên ku li dijî wan kirine, bê deng e.

Rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan Evîn Cuma got: "Hedefgirtina sivîlan bi awayekî sîstematîk sûcekî şer e. Dewleta Tirk yekser sivîlan hedef digire. Ev yek dikeve xana sûcên navneteweyî û sûcdar tê cezakirin."

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker û komkujiyên wê de li bajarê Kobanê daxuyaniyekê dide, (10:00), di heman çarçoveyê de têkildarî komkujiya ku dagirkeriya Tirk li sûka Sirînê kiriye Meclisa bajarê Sirînê daxuyaniyek dide, (11:00), her wiha Rêveberiya Dibistanan a bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê bi heman wesîleyê li pêş navenda rêveberiyê daxuyaniyekê dide, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Tirbespiyê ji bo şervan Ehmed Elî Mihemed ê ku di berxwedana Bendava Tişrînê de şehîd bûye, merasîmeke xiyabî li gundê Şermox li dar dixe, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Amûdê li Navenda Ciwanên Şoreşger a bajarê Amûdê sersaxiyê dide malbatên şehîdên Bendava Tişrînê û Şedadê, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê ji bo şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, herî dawî jî 2 komkujî li Sirîn û Zirganê pêk anîn û di encamê de gelek şehîd û birîndar çêbûn, meşek li dar dixe, (13:00), her wiha xelkê kantona Tebqayê jî bi heman boneyê ji pêş Parka Şehîd Hevrîn Xelef meşek li dar dixe, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Kobanê şehîd Azad û Şêro yên ku di êrişa balafireke bêmirov a dijî malekê de şehîd bûbûn, li Pakrewangeha Şehîd Dicle oxir dike, (13:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên kantona Reqayê ji bo şermezarkirina komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî xelkê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne li têketina pira kevn dest bi meşekê dike, (11:30) BI WÊNE Û DÎMEN