TEV-DEMˋê bêdengiya navneteweyî li hemberî komkujiyan şermezar kir

TEV-DEMˋê bêdengiya navneteweyî û cîhanê li hember binpêkirinên bênavber ên dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pêkanîna komkujiyan li dijî sivîl, jin û zarokan şermezar kir.

TEV-DEMˋê bêdengiya navneteweyî li hemberî komkujiyan şermezar kir
29 ÇILE, 2025   23:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyeke nivîskî êrişên bênavber ên dijî sivîlên herêmê ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve şermezar kir.

TEV-DEMˋê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji her kesî ve aşkera ye ku dewleta Tirk a dagirker bi hincetên derew şerekî qirêj li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimeşîne û tevahî qanûnên navneteweyî û peymanên wê bin pê dike, avahiyên xizmetguzariyê û sivîlan dike armanc.

Di daxuyaniyê de hat gotin li hember van siyasetên dagirkirinê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji bo parastina herêmê û tevahî Sûriyeyê berxwedaneke dîrokî raber dike.

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe de jin, zarok û rojnamevanan yekser dike armanc. Herî dawî jî li dijî Sirîn û Eyn Îsayê komkujî pêk anîn, gelek welatî şehîd bûn û bi dehan sivîl jî birîndar bûn.

Her wiha hat gotin dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe bi tevahî çekên xwe yên pêşketî tevî balafirên bêmirov û yên şer herêmê û bi taybet Bendava Tişrînê dike armanc. Sivîlên ji bo parastina bendavê li ser bendavê çalakiyê dikin, dikin armanc û di encamê de şehîd dikevin û birîndar bûn. Li kêlek wê jî ji ber êrişan bendava rûbirûyî hilweşînê ye û bi wê re dê karesateke mirovî, ger hilweşe, rû bide.

Di dawiyê de TEV-DEMˋê berxwedana gel û fedakariyên şehîdan silav kir û komkujiyên hovane yên li Sirîn û Eyn Îsayê hatine kirin, şermezar kirin. TEV-DEMˋê bang li hêzên navneteweyî, bi taybet Koalîsyona Navneteweyî û Yekitiya Ewropayê kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di oxira parastina mirovahî de û têkbirina rêxistina tarî de ji ber cîhanê ve keç û xortên xwe dan. Lê hûn jî li hember van komkujiyan bê deng in. Ji bêdengiya xwe derkevin, bi duristî li kêlek hevkarên xwe yên têkoşîna dijî rêxistina terorî de bisekinin û dawî li êrişên dewleta Tirk ên dijî herêmê bînin.

Her wiha TEV-DEMˋê bang li hêzên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku hevgirtî bin, piştgiriya berxwedana Bendava Berxwedanê bikin û piştgiriya QSDˋê bikin.

(fr)