Hunermendên Helebê: Bavê Teyar di me de hezkirina hunerê çand

Endamên Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê diyar kir ku şehîd û şanogerê Kurdistanî Cuma Xelîl (Bavê TEyar) ji mezintirîn hunermedên bi xebatên xwe yên hunerî û şanogeriyê bang li civaka Kurd kiriye, ye.

Hunermendên Helebê: Bavê Teyar di me de hezkirina hunerê çand
30 ÇILE, 2025   04:00
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Şanogerê Kurdistanî Cuma Xelîl (Bavê Teyar) di êrişa 18ˋê Çileyê ya dijî sivîlên li Bendava Tişrînê de birîndar bû û ji ber birîna xwe li nexweşxaneyekê şehîd bû.

Der barê rola Bavê Teyar di parastina çand û zimanê Kurdî de, rola wî ya mezin di geşkirina hîsa neteweyî li gel civaka xwe de û bi rêya rolên xwe yên lîstinê pêşniyarkirina dozan de, ajansa me bi endamên Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê ya Helebê hevdîtin çêkir.

Li ser mijarê, şanoger Bêrîvan Dodex axivî û got: "Em bi şehadeta şanoger Cuma Xelîl (Bavê Teyar) pir bandor bûn. Ji bo me êşeke mezin bû. Ji zarokatiya me de em wî dişopînin."

Bêrîvan wiha domand: "Di hunera xwe de tolhildêr bû, çewisandina rejîma Baasˋê li pêş temamkirina rêwîtiya wî ya hunerî nebû asteng. Bavê Teyar bi xebatên xwe bû dengê gelê Kurd û binpêkirinên rastê hatinê aşkera kirin. Her wiha hestên nîştimanî di nava şêniyên welatê xwe de bi zimanê xwe yê dayikê xurt kirin."

Bêrîvan wiha pê de çû: "Armanca şanoyên wî girêdana bi nasnameyê bûn. Me miroveke mezin mîna ronasana Kurdî û şoreşa şanoyê winda kir. Lê li hemberê jî em bi şehadeta wî serbilind in. Ji ber ku ji me re mîraseke dirêj a têkoşînê di aliyê hunerê de hişt."

Bêrîvan soza şopandina rêça şehîd da û got: "Em ê hunera xwe li gorî wefadariya bi şehîd re bi pêş bixin. "

ˋEM Ê WEFADARÎ FEDAKARIYÊN WÎ BINˊ

Li aliyekî din jî şanoger Mehmûd Yûsif êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî karwanên şêniyan û li dijî sivîlên li Bendava Tişrînê şermezar kirin û got: "Dewleta Tirk dixwaze gelê Kurd qir bike."

Yûsif wiha gotina xwe bi dawî kir: "Yê ku hiştiye em ji hunerê hez bikin, bi çand, mîras û zimanê xwe ve werin girêdan, kesayeta Bavê Teyar e. Ji ber ku wî roleke mezin di xurtkirina hestên me yên nîştimanî de ji biçûkaniyê de lîst. Em ê wefadarî fedakariyên wî bin."

(fr)

ANHA