ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-05-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-05-2026
30 gulan, 2026   02:00

- Hevserokê Ofîsa Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) diyar kir ku qonaxa veguhêz li Sûriyeyê pêwîstî bi pêkanîna edaleta veguhêz û hesabpirsîna kesên ku di binpêkirinan de beşdar in heye, bi vî rengî avakirina qonaxek siyasî ya nû li ser bingeha hevkarî û aramiyê misoger dike. BI WÊNE Û DÎMEN

- Di Demeke ku li ser navên Kurdî yên saziyên fermî nîqaş tên meşandin de, Kurd zimanê xwe wekî xeta sor dibînin. Mihemed Ebdulrehîm di dema rejîma Baas de tevî hemû qedexeyan jî navê dikana xwe bi Kurdî nivîsand û niha jî wekî sînorekî esasî dibîne. BI WÊNE Û DÎMEN

- Mamosteyên ji Hesekê hînkirina zimanê Kurdî tenê ji bo 2 saetan di dibistanan de red kir û daxwaza fermîkirina zimanê Kurdî di destûra Sûriyeyê de kir. BI WÊNE Û DÎMEN

- Parêzerê Kurd Ebdilezîz Yûsif diyar kir ku nivîsandina destûreke nû ya Sûriyeyê stûneke bingehîn e ji bo avakirina dewleteke aram, piralî û demokratîk ku mafên hemû pêkhateyên wê û beşdariya wan a bi bandor di biryardanê de garantî dike. BI WÊNE Û DÎMEN

- Zêdetirî 15 salan e, Navenda Dicla ya Çand û Hunerê li bajarê Dêrikê behreyanên zarok û ciwanan pêş dixe, jêhatîbûna wan a afirînerî vediguherîne berhemên hunerî û çandî. BI WÊNE Û DÎMEN

-Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê endamê Dîsplîna Leşkerî şehîd Baz Partî li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê defin dike, saet 17.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN