Li Siwêdayê çalakiya aşkerakirina aqûbeta girtî û windayîyan

Li bajarê Şehba yê Siwêdayê malbatên girtî û windayîyan çalakiyek li dar xist û daxwaza aşerakirina aqûbeta wan kir.

Li Siwêdayê çalakiya aşkerakirina aqûbeta girtî û windayîyan
29 gulan, 2026   22:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Malbatên girtî û windayîyan bi daxwaza aşkerakirina aqûbata zarok û xizmên xwe çalakiyek li dar xist. Beşdaran da zanîn ku 120 navên girtiyan di girtîgeha Edra ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê de hene, ji wan 29 girtî temenmezin in. 

Malbatan destnîşan kir ku kiryarên revandinê berdewam in, herî dawî jî malbatek ji Al Zên El Dîn bi tevahî di nav de jî pitikek heye hat revandin. Vê bûyerê di nava şêniyan de hêrs û metirsî çêkir.

Şêniyan wêneyên girtî û windayîyan hildan û got ew ê çalakiyên xwe yên aştiyane yên bi daxwaza aşkerakirina aqûbeta zarok û xizmên xwe bidomînin.

Şêniyan bang li rêxistinên mirovî û aliyên eleqedar kir ku bilez destwerdanê bikin, çareyên nêz bibînin, li ser aşkerakirina aqûbeta girtî û windayîyan bixebitin, sînorekê ji rewşên revandin û windakirina bi darê zorê deynin.

(fr)