Di êrişên li ser başûrê Lubnanê de 11 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku di êrişên Îsraîlê yên li ser başûrê Lubnanê de 11 kes hatin kuştin û 8 jî birîndar bûne.

Di êrişên li ser başûrê Lubnanê de 11 kes hatin kuştin
30 gulan, 2026   09:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrişên duh ên Îsraîlê yên li ser 3 herêmên navçeya Sûrê ya başûrê Lubnanê de 11 kes hatin kuştin 

 Li gorî wezaretê ji kuştiyan xebatkarekî tenduristiyê û welatiyekî sûriyeyî hene.

Wezaretê her wiha da zanîn ku di êrişê de xebatkarekî din ê tenduristiyê di nav de 8 kes birîndar bûne.

Wezaretê diyar kir ku êriş binpêkirina qanûna navneteweyî ya parastina xebatkarên tenduristiyê ye.

(bb)