ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-05-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-05-2024
30 gulan, 2024   02:00

Beşdarên çalakiya Kongra Star diyar kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li darxistina mîna van çalakiyan gelek girîng e û dê çalakiyên wisa berdewam bikin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

Kongra Star di çalakiyên xwe de yên di çarçoveya pêngava navneteweyî ya bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azad û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" li darxistî de cih da nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên ji bo avakirina civakeke ekolojîk, û rola jinan.

Malbatên şehîdan ên kantona Efrîn û Şehbayê helwesta hêzên navneteweyî û rêxistinên yên hember êrişên qirkirinê ên li dijî Herêmên Parastinê Medyayê şermezar kir.

Hilbijartinên Şaredariya Bajarê Mezin a Kobanê wê di navbera Hevbendiya Gelan û Jinan Ji bo Azadiyê û Partiya Yekîtî de derbas bibin. Herdu aliyan lez daye xebatên xwe.

Heysem Mehmûd Elî ku sê birayên wî di nav koma bi navê ‘Peşmergeyên Roj!’ de ne, diyar kir ku êdî kêr gihîştiye hestî û got: “Ev 40 salin dijmin nikare gerîla bişikînê, hûnê jî nikaribin. Wê çekê deynin û vegerin warê xwe.”

Kongra Star li Çilaxa çalakiya xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan li parka navenda Yekitiya Cotkaran çalakiyekê li dar dixe, saet 09:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ˊHevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ li taxa Enteriyê ya Qamişlo ji bo danasîna namzetên xwe û aşkerakirina bernameya xwe ya hilbijartinê şahiyekê li dar dixe, saet 17:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ˊHevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ li Parka Dicle ya Dêrikê ji bo danasîna namzetên xwe û aşkerakirina bernameya xwe ya hilbijartinê şahiyekê li dar dixe, saet 19:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)