Li Dêrikê projeyeke aborî ji bo jinan hat vekirin

Ji bo piştgiriya projeyên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Komîteya Aboriyê ya Kongra Star a Dêrikê pêşangeha firotina nivînan li Dêrikê vekir.

Li Dêrikê projeyeke aborî ji bo jinan hat vekirin
Li Dêrikê projeyeke aborî ji bo jinan hat vekirin
Li Dêrikê projeyeke aborî ji bo jinan hat vekirin
Li Dêrikê projeyeke aborî ji bo jinan hat vekirin
29 gulan, 2024   23:06
QAMIŞLO

Komîteya Aboriyê ya Kongra Star a Dêrikê bi nave "Pêşangeha Star" a nivînan li sûka navendî ya bajarê Dêrikê vekir.

Di merasîma vekirinê de bi dehan jinên bajêr beşdar bûn.

Di serî de rêvebera Kongra Star Fatme Silêman vekirina pêşangehê li tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û diyar kir ku pêwîst e  tevahî jin destekê bidin aboriya jinan û projeyên wan ên aborî berfireh bikin.

Piştre beşdar li nav pêşangehê geriyan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku armanc ji projeyê peydakirina derfetên kar ji bo jinan û piştgiriya aboriya jinan e.

(mh)