Malbatên şehîdan ên Efrîn û Şehbayê: Em ê têkoşînê mezin bikin

Malbatên şehîdan ên kantona Efrîn û Şehbayê helwesta hêzên navneteweyî û rêxistinên yên hember êrişên qirkirinê ên li dijî Herêmên Parastinê Medyayê şermezar kir.

Malbatên şehîdan ên Efrîn û Şehbayê: Em ê têkoşînê mezin bikin
30 gulan, 2024   05:06
ŞEHBA

Malbatên şehîdan ên kantona Efrîn û Şehbayê nerazîbûnên xwe li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên qedexekirî ya li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê tu helwest nîşan nedane.

Bavê şehîd Destîna Efrînê (şervana Yekîneyên Parsatina Jin) Mihemed Hisên Mistefanerazîbûnê xwe li hemberê êrîşan wiha anî ziamn: "Dewleta Tirk bi armanca tunekirina vîna gelên azadîxwaz, demokrat û gelê Kurd êriş gerîla dike. Ji ber ku gerîla sembola vê berxwedanê ye. Heta hêzên navneteweyî helwesteke cidî li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker nîşan nede û hesabê jê nepirse, me raneweste."

Hevjîna şehîd Zinar Efrîn ku şervanê YPG`ê  Şêrîn Mihemed êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û bêdengiya navneteweyî li hember wan êrişan şermezar kir û got: "Her çiqas êriş bike, berxwedan û têkoşîna me berdewam e. Ji ber ku em bi berxwedana zarokên xwe yên gerîla re ne. Em bi heman giyanê Efrînê rizgar bikin û lê vegerin."

Dayîka şehîd Nûjiyan Ocalan ku endama Yekitiya Ciwanên Rojava bû, Sozan Mele Reşîd piştgiriya HPG, YJA-Starê kir û êrişên dewleta Tirk bi "hewldanên qirkirina vîna gelan" wesifandin.

Bavê şehîd Rojhat Efrînê ku şervanê HPG`ê bû, Reşîd Mihemed got: "E mê li kêleka zarokên xwe şer bikin. Ji bo têkbirina wan êrişan, divê em têkoşînê mezin bikin."

(şx)

ANHA